Îranê gef li Amerîkayê xwar: Em dê li baregehên we bidin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Doanld Trump Îran Gefxwarin Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên bilind ên Îranê bersiva hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê xwenîşandanan de da û gefa "lêdana baregehên Amerîkayê yên li herêmê" xwar.

Piştî peyama Trump a "Em amade ne bikevin tevgerê", birêvebiriya Tehranê destwerdana li karên xwe yên navxweyî wekî "xeta sor" bi nav kir û ragihand ku destwerdaneke muhtemel a Amerîkayê dê agir berde tevahiya herêmê.

Trump: Em amade bikevin tevgerê

Daxuyaniya ku fîtîla rageşiyê pêxist ji Serokê Amerîkayê Donald Trump hat.

Trump roja înê bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê û platformên din bangî rayedarên Îranî kir û got:

"Eger Îran xwenîşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."

Trump di berdewamiya peyama xwe de îşaret bi amadehiya leşkerî kir û got:

"Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û em amade ne bikevin tevgerê. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!"

Qalîbaf: Baregehên Amerîkayê hedefên meşrû ne

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf yek ji wan kesan bû ku herî tund bertek nîşanî gotinên Trump da.

Qalîbaf peyama "em amade ne" ya Trump wekî "îtîrafeke fermî" nirxand û diyar kir ku eger li dijî Îranê "macereyek" dest pê bike Tehran dê bersivê bide.

Qalîbaf di daxuyaniya xwe ya gefxwarinê de wiha got:

"Divê Trump zanibe ku bi vê îtîrafa fermî, hemû navend û hêzên Amerîkayê yên li herêmê ji bo bersivdayîna her cure macereyê, ji aliyê me ve wekî hedefên meşrû tên dîtin.

Tehran, mafê lêdana hemû baregehên Amerîkayê di destê xwe de digire."

Qalîbaf her wiha tekez kir ku ew xelkê nerazî yê li kolanan û "leşkerên bi pere yên biyanî" naxin heman tasikê û vê cudahiyê li ber çavan digirin.

Elî Larîcanî: Destwerdana Amerîkayê dê herêmê nearam bike

Şêwirmendê Rêberê Îranê Elî Xameneyî, Elî Larîcanî jî tevlî nîqaşê bû û Amerîka bi têkbirina aramiya herêmê tohmetbar kir.

Larîcanî li ser platforma Xê bal kişand ser cewhera xwenîşanderan û got, "Em dizanin ku cihê karsazên nerazî, ji hêmanên provokatîf cuda ye."

Larîcanî hişyarî da birêvebiriya Washingtonê got:

"Divê Trump zanibe ku destwerdana Amerîkayê ya li vê mijara navxweyî, tê wateya bêîstiqrarkirina hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê."

Larîcanî bûyer wekî plana hevpar a Amerîka û Îsraîlê bi nav kir û wiha pê de çû:

"Bi helwesta rayedarên Îsraîlî û Trump re diyar bû ku kî li pişt bûyeran e. Bila gelê Amerîkayê zanibe, Trump ev macere da destpêkirin."

Berteka Wezareta Karên Derve

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî jî li ser Xê bersiv da daxuyaniya Trump.

Baqayî destnîşan kir ku hewldanên Amerîkayê yên berê bes in ji bo fêmkirina niyetên wan û Amerîka bi organîzekirina darbeya 1953yan a li dijî Musediq, xistina balafira rêwiyan a Îranê ya sala 1988an û piştgiriya Sedam Husên di şerê Îran-Îraqê de tohmetbar kir.

Baqayî got, "Îranî dê pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin û rê nadin destwerdanên derve."

Serokê Desteya Teşxîsa Berjewendiya Nizamê Sadiq Larîcanî jî got:

"Gefxwarina li Îranê macereyek e û eger şaşiyekê bikin dê bersiveke tund bibînin."

Şêwirmendê Siyasî yê Rêberê Îranê Elî Şemxanî jî diyar kir ku ewlehiya neteweyî "xeta sor" e û got, "Em dê destên ku dirêjî ewlehiya welêt dibin bibirin."

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 7 kes hatin kuştin

Li aliyê din rewşa li qadê cidî ye. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin de xwîn rijiya.

Hat ragihandin ku di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de heta niha 7 xwenîşanderan canê xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûne.

Piştî destpêkirina xwenîşandanan Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kiribû ku ew nerazîbûna gel qebûl dikin û hikûmet ji pirsgirêkên aborî berpirsyar e.

Pizîşkiyan bangî rayedaran kiribû ku "aktorên derve yên wekî Amerîkayê sûcdar nekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst