Îran: Em amade ne ku di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de rol bilîzin

09-01-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Îranê dibêje, eger ji wan were xwestin, ew amade ne di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rol bilîzin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro Duşemê 9ê Çileya 2023an di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Peywendiyên me yên dûrûdirêj bi rêber û berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê re hene. Her dema ku dost û birayên Iraqî pêwîstiya wan pê hebe, Komara Îslamî ya Îranê di karîn û rola erênî û peywendiyên xwe de ji bo nêzîkkirina nêrînên Hewlêr û Bexdayê sûd jê were girtin yan jî di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan de rola xwe bilîze, ji bo lîstina wê rolê dudil nebûye.”

Nasir Kenanî amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wî, “Bi xurtî bawerî bi aramiya Iraqê û bihêzkirina pêgeha Iraqeke yekgirtî li navçeyê heye. Vê yekê ne tenê bi gotin, bi kiryar jî nîşan daye û bi berdewamî piştevaniya gel û hikûmeta Iraqê, Iraqeke yekparçe û yekdest kiriye û hewl daye ji bo wê.”

Nasir Kenanî li ser peywendiya Îranê û Herêma Kurdistanê anî ziman, “Hûn dizanin ku du konsulxaneyên me li Herêma Kurdistana Iraqê, li Hewlêr û Silêmaniyê hene. Di vê çarçoveyê de peywendiyeke berdewam di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêmê (Kurdistan) de heye. Peywendiya me li ser niyazpakî û dostaniyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst