Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ragihand ku ew cidî ne ku di gotûbêjên atomî yên li gel Amerîkayê de li hev bikin lêbelê ew dê bidawîkirina bi temamî ya bernameya atomî qebûl nekin.
Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di civîna Lijneya Wezîran a li Tehranê de axivî û behsa mizakereyên atomî yên bi Amerîkayê re kir.
Mesûd Pizişkiyan bal kişand li ser wê yekê ku welatê wî ne li pey çeka atomî ye û dê ne li pey be jî û wiha dewam kir:
"Li gorî fetwaya rêber (rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney), her cure çalakiya ji bo hilberîna çeka atomî, qedexe ye.
Bê guman nîqaşa ku divê Îran dest ji hemû tesîsên xwe yên atomî bikişîne, ji bo me ne cihê qebûlê ye.
Em dê fealiyetên xwe yên atoma aştiya bi biryardarî bidomînin.
“Em cidî ne”
Di mijara mizakere û rêkeftinê de em cidî ne. Em mizakereyê dikin lewra em aştiyê dixwazin.
Em li herêmê welatek in ku li pey aştî û ewlehiyê ye.
Em wisa bawer dikin ku welatên herêmê bira ne, aştiyane û aramane pêk ve dijîn û lewma jî hewce nake ku ji aliyê din ê dinyayê yek rabe were û ji bo me tiştinan bike.
Li herêmê yê ku li pey têkbirina aramî û ewlehiyê ye rejima Siyonîst e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse