Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hewaya pîs jiyan rawestand

30-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Hewaya Pîs Urmiye Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîsbûna hewayê bû sedema girtina dibistan û saziyên hikûmî yên beşek ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî pîvana kalîteya hewayê, Urmiye li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê bajarê şeşem e ku hewaya wê herî pîs e.

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber pîsbûna hewayê perwerdeya li dibistan û zanîngehan bû online û karê saziyên hikûmî jî bi awayê online hat ragihandin.

Li parêzgehên Xûzistan, Tehran, Îsfehan, Meşhed, Elburz û Tewrêzê yên Îranê jî hişyarî hat dayîn û dibistan, zanîngeh û saziyên hikûmî hatin girtin.

Di heman demê de Saziya Keşnasiyê ya Îranê pîvaneke ji bo kalîteya hewaya bajaran belav kir.

Li gorî wê pîvanê, kalîteya hewaya beşek ji bajaran heta demjimêr 06:00ê vê sibehê, ji bo hemû çîn û beşên civakê bi taybetî zarok û kal û pîran ''metirsîdar'' an ''gelekî metirsîdar'' bûye.

Wekî ku di pîvanê de hatiye diyarkirin, di 24 demjimêrên borî de bajarên Ehwaz, Îsfehan û Tehran sê bajarên herî hewaya wan pîs bûn ku rewşa netendurist û ''gelekî metirsîdar'' (sor) li wan hatiye ragihandin.

Ji bo kal û pîr û zarokan hişyarî hat dayîn

Pîvana kalîteya hewaya wan gihîştiye 193, 159 û 158 pileyan.

Ev jî metirsiyê li ser tenduristiya zarok, kal û pîr û hemû çîn û beşên din ên civakê çêdike.

Piştî wan sê bajaran, bajarên Kerec bi pîvana kalîteya hewayê 144 pile, Meşhed bi 137 pile û Urmiye bi pîvana kalîteya hewayê 134 pile, bûne çarem, pêncem û şeşem bajarên hewaya wan pîs û rewşa metirsîdar (pirteqalî) li wan hatiye ragihandin.

Navenda Kontrolkirina Krîzan a Urmiyeyê hişyarî da ku li bajarên Urmiye, Mehabad, Nexede, Pîranşar, Xoy, Miyanduwaw û Bokanê, jinên ducanî, zarok, kal û pîr û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene dernekevin derve.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ku destpêka mehê hatibû belavkirin, par 58 hezar û 975 kes ji ber pîsbûna hewayê û bandorên wê li bajarên cuda mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst