Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Îsraîlê yên li ser navendên leşkerî û tesîsîên nukleerî berdewam dikin, li beramberî vê yekê jî Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kiriye û mûşekên balîstîk bi ser asîmanê Îsraîlê de dibarîne.
Aloziyên navbera Îran û Îsraîlê gihîştin qonaxeke nû û metirsîdar. Çawa Îsraîlê êrişî çend navendên stratejîk ên Îranê kir Tehranê jî bilez dest bi êrişa bersivdanê kir.
Şer çawa dest pê kir?
Êrişa Îsraîlê bi beşdariya nêzîkî 200 balafirên şer dest pê kir. Balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî û tesîsên nukleerî jî di nav de 200 navendên stratejîk bombebaran kir.
Navendên atomî yên wekî Netenz, Fordo û Baregeha Leşkerî ya li Îsfehanê bi tundî hatin bombebarankirin.
Kuştina fermandarên Îranê
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, di civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku di êrişên dawî yên Îsraîlê yên li ser Îranê 78 kes hatine kuştin û 320 kes jî birîndar bûne.
Bersiva Îranê û çend zincîre êrişên mûşekî
Çend saet piştî êrişên Îsraîlê, Supaya Pasdaran ragihand, dê bersiv bidin û dê Îsraîlê ji wan kiryaran poşman bikin.
Supaya Pasdaran ji Tehran û Kirmaşanê du zincîre êrişên mûşekî da destpêkirin û bi sedan mûşek avêtin Îsraîlê.
Armancên êrişê Îranê
Îranê mûşekên balîstîk bi ser Îsraîlê de barandin. Di êrişa Îsraîlê bajarê Tel Evîvê jî di nav de bi dehan cih bûn hedef.
Dezgeha Rizgarkirinê ya Îsraîlê ragihand, nêzîkî 50 kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekî ne baş e.
Artêşa Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku herin penagehên xwe û sîstemên parastina asmanî hatine çalakkirin ji bo bersivdana gef û metirsiyên li ser wan.
Kenala 12an a Îsraîlê amaje bi vê yekê kiriye ku yek ji wan kesên birîndar bûye jinek e û miriye.
Li aliyê din, medyaya Îsraîlê dibêje ku di êrişên di nava 24 saetên borî de 3 kes hatine kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.
Sîstema parastinê ya Îsraîlê; mertaleke piralî
Îsraîl ji bo parastinê ji asmanê xwe, pişta xwe bi sîstemeke parastina yekgirtî û piralî ve girê dide ku ji sê beşên sereke pêk tê:
Asmanê Hesinî (Iron Dome): Ji bo bersivdana mûşekên kurtavêj (4 heta bo 70 km).
Mertala Dawid (David's Sling): Ji bo rûbirûbûna mûşekên balîstîk û duravêj û mûşekên krûz (40 heta bo 300 km).
Sîstema Tîrroj (Arrow System): Ji bo parastina ji mûşekên balîstîk ên dûravêj (heta 2,400 km).
Berpirsên Amerîkayê ragihandine ku di xistina xwarê ya beşek ji mûşekên Îranê de alîkarî dane Îsraîlê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku dê êrişan wan berdewam bikin.
Rêberê Dînî yî Îranê Elî Xamineyî jî gefa wêrankirina Îsraîlê xwar û soza "lêdana gurzeke giran" da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê dubare kir û ji Îranê xwest beriya ku dereng bibe peymanê qebûl bike.
Helwesta civaka navneteweyî
Brîtanya û aliyên din daxwaza "diyalog û xwegirtinê" dikin. Her wiha li ser daxwaza Îranê, Konseya Ewlehiya Navneteweyî civîneke lezgîn li dar xist.
Encamên aborî û atomî
Ji ber aloziyan bihayê neftê bi awayekî berçav bilind bû û pişkên bazarên cîhanî jî kêm bûn.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) piştrast kir ku ziyan gihîştiye binkeya Netenzê lê ragihand ku asta tîşkdanê li herêmê neguheriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse