Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê eşkere kir ku Îsraîlê careke din êrişî Îranê kiriye û li Tebrîzê 4 cih hatine bombebarankirin.
Ajansa MehrNewsê li ser êrişa dawî ya Îsraîlê got,"Rejîma siyonîst" careke din li Tebrîzê êrişî 4 cihan kiriye.
Her wiha diyar kir ku li Xuremawa, Loristanê û Kirmaşanê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Êrişên Îsraîlê yên li ser navendên leşkerî û tesîsîên nukleerî berdewam dikin, li beramberî vê yekê jî Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kiriye û mûşekên balîstîk bi ser asîmanê Îsraîlê de dibarîne.
Divê were gotin ku aloziyên navbera Îran û Îsraîlê gihîştin qonaxeke nû û metirsîdar. Çawa Îsraîlê êrişî çend navendên stratejîk ên Îranê kir Tehranê jî bilez dest bi êrişa bersivdanê kir.
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir û mûşekên wê gihiştin Îsraîlê.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê. Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de heta niha herî kêm 63 Îsraîlî birîndar bûne.
Mûşekeke Îranê li nava bajarekî Îsraîlê ket û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna nêzîkî 20 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse