Îranê piştrast kir ku Mihemed Kazimî hatiye kuştin

15-06-2025
Nîşan Îran Mihemed Kazimî Kuştin Supaya Pasdaran Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê jî piştrast kir ku Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû, "Me Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û alîkarê wî kuştin."

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li gel Mihemed Kazimî, generalên bi navên Husên Muheqeq û Muhsin Baqirî jî hatine kuştin.

Netanyahu ev agahî dabû Quds Newsê û dabû zanîn ku Kazimî li Tehranê hatiye kuştin.

Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.

Her du alî îro jî êrişî hev dikin û gefan li hev dixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst