Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re got, “Tu nikarî dawiyê li Îranê bînî.”
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî peyameke tund ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand û got, "Dibe ku artêşa herî bihêz a cîhanê derbeyeke dijwar bixwe."
Elî Xamineyî amaje bi wê yekê kir ku Amerîka nikarî dawiyê li Îranê bîne û got:
"Çekên ku dikarin bigihêjin kûrahiya deryayan ji keştiyên şer metirsîdartir in."
Dan û standinên li Swîsreyê
Îro gera duyem a dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Balyozxaneya Umanê ya li Swîsreyê dest pê dikin.
Li gorî Îranê, rojeva vê gera danûstandinan jî wekî qonaxên berê tenê li ser pirsgirêka nukleer û rakirina cezayên li ser Tehranê ye.
Di van dan û standinên krîtîk de şandeyeke bilind bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re ye.
Di şandeyê de Alîkarê Wezîrê Karên Siyasî, Alîkarê Karên Hiqûqî û Navneteweyî, Alîkarê Dîplomasiya Aborî û Berdevkê Wezaretê cih digirin.
Amerîka bi şêwirmendiya li gel Îsraîlê, dixwaze li gel mijara nukleer û dewlemendkirina uranyumê, hevdem pirsgirêka mûşekên balîstîk û komên çekdar ên nêzîkî Îranê jî çareser bike.
Lê belê Tehran dan û standina li ser wan her du mijarên dawiyê red dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse