Swêdê bangî welatiyên xwe kir: Zû ji Îranê derkevin

19 xulek berê
Nîşan Swêd Welatî Bang Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergardê bangî welatiyên xwe yên li Îranê kir ku bi lez ji wî welatî derkevin.

Stenergardê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Stenergardê diyar kir ku divê guh bidin hişyariya Wezareta Karên Derve ya Swêdê ya "meçin Îranê."

Wezîra Karên Derve da zanîn ku ew banga xwe ya "bi lez ji Îranê derkevin" ducare dike.

Stenergardê destnîşan kir ku hîn jî derfet heye welatî bi rêyên bejahî û asmanî ji Îranê derkevin.

Maria Malmer Stenergardê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

"Heta ku derfet heye divê Swêdî ji Îranê derkevin û li bendê nemînin.

Kesên ku biryarê didin li Îranê bimînin berpirsyariyeke mezin a şexsî digirin stûyê xwe.

Di vê qonaxê de, Wezareta Karên Derve dê nikaribe ji bo derxistina ji Îranê bibe alîkar."

Almanyayê jî îro careke din bangî welatiyên xwe yên li Îranê kir ku bi lez ji wî welatî derkevin.

Divê were gotin ku Amerîkayê hêzeke mezin a deryayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye.

Donald Trump herî dawî got, “Ez li ser vebijêrka ‘derbeke leşkerî ya sînordar’ a li dijî Îranê difikirim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst