Almanya: Bi lez ji Îranê derkevin

1 demjimêr berê
Nîşan Almanya Îran Derketin Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê bangî welatiyên xwe yên li Îranê kir ku bi lez ji wî welatî derkevin.

Balyozxaneya Almanyayê ya Tehranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Sernavê daxuyaniyê "Ji bo welatiyên Alman ên li Îranê ducare banga bilez a derketina ji welêt" bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aloziyên li Îranê û herêmê didomin.

Hat destnîşankirin ku eger heye rewşa ewlehiyê xerabtir bibe û pevçûnên leşkerî derkevin.

Ji ber vê yekê banga derketina ji Îranê ji welatiyên Almanyayê re careke din hat bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku eger alozî zêde bibin, divê welatî li ber çavan bigirin ku Wezareta Karên Derve û Balyozxaneya Tehranê dê di mijara derketinê de "hema bêje nikaribin ti piştgiriyê bidin wan."

Her wiha bangî welatiyên Almanyayê hat kirin ku ji bo derketina ji wî welatî derfetên heyî bi kar bînin.

Divê were gotin ku Amerîkayê hêzeke mezin a deryayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye.

Donald Trump herî dawî got, “Ez li ser vebijêrka ‘derbeke leşkerî ya sînordar’ a li dijî Îranê difikirim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst