Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zahidanê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya Îranê êrişeke bi çekan hat kirin.
Di êrişê de otomobîleke karkerên madenê bû armanc.
Li gorî medyaya Îranê, êriş ji aliyê kesên nenas ve hatiye kirin.
Di vê êrişê de 2 karker mirin û 2 karker jî birîndar bûn.
Birêvebirê Polîsê Zahidanê ragihand ku ji bo girtina êrişkaran xebatên wan didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse