Li Îranê hejmara kuştiyan derket 224an

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de ji roja înê ve li seranserê welêt 224 kes hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kesên ku ji roja destpêkirina êrişan heta niha jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne de agahî da.

Kermanpûr di daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî êrişa 65 saetan a rejîma Siyonîst, 1277 kes birîndar bûn. 224 jin, mêr û zarok şehîd bûn. Ji sedî 90ê qurbaniyan sivîl in."

Ev hejmar, ji hejmara 128 miriyan a ku heta nîvroya şemiyê hatibû ragihandin, nêzîkî sed kesî zêdetir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst