Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Îranê di êrişa Îsraîlê ya doh de hatiye kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîv-fermî ku nêzîkî Supaya Pasdarên a Îranê ye, diyar kir ku Alîkarê Serokê Daîreya Îstixbaratê yê Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Îranê Elî Riza Lutfî doh di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.
Çawa dest pê kir?
Îsraîlê, 13ê Hezîranê êrişên berfireh li dar xistin ku di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê û her wiha fermandariya pilebilind a artêşê jî kiribûn hedef.
Li Îranê di êrişan de Sererkan, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, hin fermandarên pilebilind û herî kêm 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di êrişên Îsraîlê de bi giştî 606 sivîl hatin kuştin û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûne.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku di êrişên tolhildanê yên artêşa Îranê de 28 kes hatine kuştin û 1272 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse