Parlamentoya Îranê, Peymana Hevkariya Stratejîk a bi Rûsyayê re pesend kir

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Rûsya Îran Peymana Hevkariya Stratejîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana Hevkariya Stratejîk a ku di encama dan û standinên 3 salan de di navbera Rûsya û Îranê de hatibû îmzekirin, di demekê de ku aloziya bi Îsraîlê re bi awayekî cidî gur bûbû, ji aliyê parlamenterên Îranî ve hat pesendkirin.

Peymana Hevkariya Stratejîk a Berfireh a 47 xalî, ku pêşbînî dike ku Rûsya û Îran bi awayekî xurt bala xwe bidin ser mijara ewlehiyê, ji Parlamentoya Îranê derbas bû.

Peyman, di 17ê Kanûna Paşîn de li Kremlînê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve hatibû îmzekirin.

Li gorî peymanê, 'eger yek ji aliyan rastî êrîşekê were, aliyê din dê tu alîkariya leşkerî an cûreyekî din nade êrîşkar ku bikare êrîşa xwe bidomîne' û dê hewl bide ku nakokiyê bi rêya dîplomatîk li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî çareser bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst