Li Tehranê xelkê fêrî bikaranîna çekan dikin

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Çek Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qada Venekê ya li Tehrana paytexta Îranê perwerdeya bikaranîna çekan didin xelkê.

Li qada navborî ya li paytextê, 3 kesên ku cilên leşkerî li xwe kirine li ser platformekê perwerdeya çekan didin welatiyan.

Hûrgiliyên nîşangirtinê nîşan didin

Di perwerdeyê de awayê parçekirin û komkirina çekan tê ravekirin.

Her wiha hûrgiliyên nîşangirtinê jî nîşanî xelkê didin.

Perwerde ne tenê teorîk in, bi awayekî pratîk jî pêk tên.

Destûrê didin ku welatî bi xwe jî çekan vekin û careke din li hev xin.

Di televîzyonê de jî agahiyan didin

Tê çaverêkirin ku perwerdeyên bi vî rengî li qadên din ên bajêr jî werin dayîn.

Her wiha di bernameyên Televîzyona Dewletê de jî li ser çekan agahî tên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst