Hewlêr (Rûdaw) - Ebas Eraqçî ragihand ku di civînên koma BRICSê de hemû welat li ser wê yekê hevfikir in ku Îran serkeftiyê şerê 40 rojên dawî ye û kariye îradeya xwe li ser Amerîka û Îsraîlê bisepîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî her wiha anî zimên, "Ev şer li herêmê bûye xala werçerxanê."
Ebas Eraqçî doh li ser naveroka hevdîtinên xwe yên li lûtkeya BRICSê ji medyaya fermî ya welatê xwe re axivî û ragihand:
"Mijara hevbeş a hemû hevdîtinan, rewşa niha û ev şer û êrişên neyasayî bûn ku li ser Komara Îslamî ya Îranê hatine kirin."
Eraqçî destnîşan kir ku welatên li lûtkeyê bi baldarî li bendê bûn ku zanibin Îranê çawa parastina xwe kiriye û çawa "bi serbilindî" ji vî şerî derketiye û got:
"Xaleke ku bi baweriya min gelekî girîng e ew e ku niha hemû welat qebûl dikin ku Komara Îslamî ya Îranê serkeftiyê şerê dawî ye û kariye dijminan ji gihîştina bi armancên wan bêhêvî bike."
"Lîstikvanekî serekî yê herêmê"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê teqez kir ku divê ji niha û pê ve bi çavekî din li Îranê were nihêrîn û ragihand:
"Divê wekî hêz û lîstikvanekî li Îranê were nihêrîn ku kariye pêgeha xwe ya li herêmê bi cih bike û şiyana xwe ya rûbirûbûna zilhêzên herî mezin heye."
Eraqçî da zanîn ku “ev rastî” di axaftinên hemû wan şandeyan de dihat dîtin ku di gotarên beşdarên civîna BRICSê de jî reng daye.
Aramî û aştiya herêmê
Di beşeke din a axaftina xwe de Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi qonaxa nû ya herêmê kir û diyar kir:
"Ev şer li herêma me bûye xala werçerxanê û pêgeha Komara Îslamî ya Îranê bi rêjeyeke zêde bilind kiriye."
Eraqçî bawer dike ku niha dema wê ye ku Tehran pêgeha xwe aram bike û ji bo "pêkanîna aştî û aramiyê" roleke zêdetir bilîze, çimkî bi baweriya wî "rastî piştî şer bi temamî eşkere bûne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse