Di 6 mehan de 1,5 milyon Efxan ji Îranê hatin dersînorkirin

17-10-2025
RÛDAW
Nîşan Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Îran Efxanistan Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî ku Efxanistan bi krîzên kûr ên aborî û mirovî re rûbirû ye, pêla nû ya penaberên Efxan ên ku bi zorê ji Îranê tên vegerandin, rewşê girantir dike.

Li gorî amarên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di encama polîtîkayên nû yên ku Îranê di mehên dawî de xistine meriyetê, di nava 6 mehên dawî de nêzîkî 1,5 milyon Efxan bi zorê li welatê xwe hatine vegerandin.

Şîr Ehmed Şîraniyê ji rêxistina mafên mirovan a Hal Uşê ji Rûdawê re ragihand ku ev pêvajo bi mehan e didome.

Şîranî diyar kir ku rayedarên Îranê hem ji koçberên xwedî vîze û pasaport û hem jî ji penaberên bêbelge dixwazin ku Îranê biterikînin.

Şîr Ehmed Şîraniyê ji rêxistina mafên mirovan a Hal Uşê got:

“Gelek caran malxwê malê li cihê kar tê desteserkirin û ji bo kampê tê şandin.

Kampên ku kapasîteya wan hezar kes e, 20 hezar kes tê de tên bicihkirin.

Piştre ji du xalên cuda, ji Zagul û deriyekî din, li Efxanistanê tên vegerandin.”

Îdiayên sîxuriya Îsraîlê û bernameya dersînorkirinê

Vegerandina bi zorê ya penaberên Efxan beşek ji bernameya ku Îranê meha Adarê ragihandibû û di navbera 13ê Hezîranê û 25ê Hezîranê de xistibû meriyetê ye.

Bername yekser piştî şer û pevçûna 12 rojan a bi Îsraîlê re hatibû destpêkirin.

Hinek Efxanên li Îranê di wê demê de bi “sîxuriya Îsraîlê” hatin tawanbarkirin lê li gorî çavdêran, bandora van îdiayan a li ser biryarên dersînorkirinê ne diyar e.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hikûmeta Îranê ji rûxandina Talîbanê ya sala 2001ê ve penaberên Efxan teşwîq dike ku vegerin welatê xwe lê bi vegera Talîbanê ya desthilatê re şert û mercên li Efxanistanê xerabtir bûne.

“Tundî, heqaret û destdanîna ser kelûpelan”

Rojnamegerê Efxan Seydullah Safiyê ku li Dublina paytexta Îrlandayê dijî ji Rûdawê re behsa miameleya xerab a hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li hemberî kesên hatine vegerandin kir.

Rojnamegerê Efxan Seydullah Safî got:

“Kesên ku ez pê re axivîm, behsa tevgerên tund û heqaretên hêzên ewlehiyê kirin.

Wan got ku dest danîne ser kelûpelên wan ên şexsî ku di nav de telefon û pereyên wan jî hene û piştre bi zorê hatine dersînorkirin.”

Safî her wiha ragihand ku gelek kes berî ku bên dersînorkirin, bi rojan di kampên desteserkirinê de hatine ragirtin û rastî kêmbûna xwarin û avê hatine.

UNHCR: Zêdetirî 1,4 milyon kes hatine vegerandin

Li gorî amarên UNHCRê, di navbera 1ê Nîsanê û 4ê vê mehê de milyonek û 439 hezar û 211 Efxan ji Îranê li Efxanistanê hatine vegerandin.

Hejmara giştî ya kesên ku di 2 salên dawî de ji Îran û Pakistanê vegeriyane, ji 4 milyonan derbas bûye ku ev yek nêzîkî ji sedî 10ê nifûsa Efxanistanê pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst