Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump geşta xelkê 12 welatan a Amerîkayê bi temamî qedexe kir.
Ew welat Efxanistan, Myanmar, Çad, Kongoya Demokratîk, Gîneya Ekwatorî, Erîtreya, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemen in.
Di fermana Donald Trump de her wiha çûyîna Amerîkayê yê xelkê 7 welatên din jî hat sînordarkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser fermana xwe vîdeoyek belav kir û got:
“Bi awayekî pir hêsan, em nikarin koçberên ji wan welatan qebûl bikin ku em nikarin li wan kesên dixwazin werin Amerîkayê bi awayekî ewle û pêbawer bigerin û wan bi temamî binirxînin.
Sînordarkirina ku em dikin girêdayî cidiyeta gefan e.
Lîste dê ji bo bipêşveçûnên girîng were nûkirin û bi heman awayî, dema metirsiyên nû li seranserî cîhanê derkevin, dibe ku welatên nû jî werin zêdekirin.
Em dê destûrê nedin kesên ku dixwazin zererê bidin bikevin welatê me û ti tişt nikare me ji parastina Amerîkayê dûr bixe.”
Koşka Spî ragihand ku Trump piştî nirxandina raporên Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û rayedarên din ev biryar standiye.
Sedemên qedexekirinê
Hat ragihandin ku qedexe ji ber sîstemên kontrolkirinê yên kêm ên wan welatan e ku “şiyana Amerîkayê ya ji bo diyarkirina metirsiyên ewlehiyê ya berî ketina welat” asteng dike.
Her wiha encama bilind a derbaskirina xelkê wan welatan a dema vîzeyê û nebûna hevkariya di parvekirina agahdariyên nasname û gefan de ku ev yek kontrolkirina koçberiyê têk dide.
Fermana Donald Trump bi awayekî taybet çûyîna xelkê Efxanistan, Myanmar, Çad, Kongo, Gîneya Ekwatorî, Erîtreya, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemenê ya Amerîkayê qedexe dike.
Heft welatên din ên wekî Brundî, Kuba, Laos, Sierra Leone, Togo, Turkmenistan û Venezuelayê jî di bin sînordarkirinan de ne û gihîştina şêniyên wan sînordarkirî ye.
Trump di dema xwe ya yekem a serokatiyê de jî sala 2017an biryareke wiha standibû û ketina xelkên Îran, Îraq, Lîbya, Sûriye, Somalî, Sûdan û Yemenê ya Amerîkayê qedexe kiribû.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê sala 2018an biryar dabû ku ev qedexe li gorî destûrê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse