Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê berê yê Îranê Dr. Hebîbulah Melekutî Fer da zanîn ku ew tim Nêçîrvan Barzanî wekî “qasidê aştiyê” dibînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Îranê û beşdarî Foruma Diyalogê ya Tehranê bû.
Nêçîrvan Barzanî, bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.
Ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de deng veda û hat gotin ku “Nêçîrvan Barzanî wekî serokê welat hatiye pêşwazîkirin.”
Balyozê berê yê Îranê Dr. Hebîbulah Melekutî Fer beşdarî Bernameya "Roja Hîwa Cemal" a Rûdawê bû.
"Em bi berdewamî pesnê rola wî didin”
Dr. Hebîbulah Melekutî Fer got ku ew Nêçîrvan Barzanî wekî "balyozê aştiyê" dibînin û li pey çû:
"Em bi berdewamî pesnê rola wî didin ku hewlên zêde ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hevsengkirina pêwendiyan daye."
“Îranê destê hevkariyê dirêjî hemû cîranên xwe kiriye”
Dr. Hebîbulah Melekutî Ferê ku niha li Navenda Lêkolînan a Wezareta Karên Derve ya Îranê berpirsê xwendinê ye li ser peyama Foruma Diyalogê ya Tehranê got:
"Peyama sereke ya Komara Îslamî ya Îranê guftûgokirin e li ser herêmê.
Bi baweriya me, aramî li Rojhilatê Asyayê, bi guftûgoyê û bêyî midaxeleya derve peyda dibe.
Îranê destê hevkariyê dirêjî hemû cîranên xwe kiriye.
Îran li dû hevkariya dualî ya bandorker a derve ye.
Siyaseta guşar û dorpêçan ti encamê nade. Dîplomasî û dan û standin baştirîn rêya çareseriya pirsgirêkan e, ev jî peyama sereke ya civîna me ye."
Divê were gotin ku zêdetirî 200 şandeyên dîplomasiyê yên welatan beşdarî forumê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê li Foruma Diyalogê ya Tehranê gotibû, "Pêwendiyeke dîrokî ya me bi Îranê re heye û roj bi roj pêş dikeve."
Dr. Hebîbullah Melekutî Fer li ser çûna Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê û peyamên wî got:
"Her demê peyama dostaniyê hebûye. Niha jî wî peyama dostaniyê aniye û tekezî li qonaxeke baş a bi Îranê re kiriye.
Ev nîşaneya wê yekê ye ku têgihiştineke rast a Îran û Herêma Kurdistanê ji bo rewşê heye, ew dibînin ku dikarin ji bo pêşvebirina pêwendiyan bixebitin."
“Her dem bûye qasidê aştiyê”
Ew li ser pêwendiya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de jî wiha axivî:
"Dîrokî ye û rehên kûr kişandine. Ne pêwendiya çend salan e. Me gelek êş û azar bi hev re dîtine. Berpirsên Herêma Kurdistanê herî baş in...
Pêwendiyeke me ya gelekî baş bi birêz Nêçîrvan Barzanî re heye.
Kesayetiyeke wî ya gelekî pratîk heye û pêwendiyên xwe bi Îranê re gelekî bi pêş xistine û têgihiştineke baş heye ji bo berjewendiyên hevbeş.
Roleke avaker a ji bo çareserkirina pirsgirêkan gêrandiye, hewleke zêde daye ji bo hevsengkirina pêwendiyan.
Em berdewam pesnê rola wî didin. Birêz her dem bûye qasidê aştiyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse