Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Îranê carekî din dengê teqîneke bihêz li rojavayê Tehrana paytexta Îranê hat bihîstin û pergala parastina asmanî hat çalakkirin.
Medyaya Îranê saet 06:00an cara sêyem e bihîstina dengê teqîneke bihêz a li rojavaê Tehranê ragihand.
Li gorî agahîyan, pergala parastina asmanî bi armanca şikandina êrişan “serkeftî” hat çalakkirin.
Her wiha li bajarê Kerecê yê parêzgeha Elburzê ku nêzîkî Tehranê ye, çend caran dengê teqînên bihêz hatin bihîstin û medya qala êrişên “dijwar” ên artêşa Îsraîlê yên li çend navçeyên wî bajarî dikin.
Bihîstina dengê teqînê li çend bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye ku destê sibehê artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi zêdetirî 50 balafirên şer êrişî çend cihên li Tehranê kiriye.
Di heman demê de Supaya Pasdaran a Îranê bi çend mûşekan êrişî Îsraîlê kir û hat eşkerekirin ku mûşeka dûravêja Sicîlê di êrişê de hatiye bikaranîn.
Ji roja înê ve şerê Îran û Îsraîlê bi êrişa rasterast a Îsraîlê ya li bingehên atomî û leşkerî yên Îranê dest pê kir.
Şer heta niha jî didome û her du alî di roja 7an de êrişî hev dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse