Hewlêr (Rûdaw) - Rapora dawî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) diyar kir ku Îran gihîştiye asteke krîtîk a çêkirina çekên atomî.
Li gorî raporê, Îran di hundirê tenê 2-3 rojan de dikare 25 kîlogram uranyumê bi qasî ji sedî 90 dewlemend bike û bigihêje kapasîteya çêkirina çekên atomî.
Tê diyarkirin ku desthilata Tehranê hîn biryareke siyasî ya ji bo çêkirina çekên atomî nedaye.
Di rapora IAEAyê de hat gotin ku Îran stratejiya “asta nukleer” dişopîne û bi vê stratejiyê hem kapasîteya nêzîkî çekên atomî di destê xwe de dihêle û hem jî hewl dide ku ji cezayên navneteweyî derbas bibe.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) ragihand:
“Li ber Îran ti pirsgirêkên teknîkî nemane. Tenê biryareke siyasî kêm e.
Ev rewş nîşan dide ku welat dikare bibe dewleteke xwedî çeka atomî.”
Reserva uranyuma Îranê hişyariyê dide
Raporê diyar kir ku reserva uranyuma Îranê ya bi qasî ji sedî 60 dewlemend gihîştiye 233 kîlograman û ev dikare ji bo çêkirina çekan were veguherandin.
Her wiha, ji sedî 67ê 21 hezar û 900 santrifûjên ku di destê Îranê de ne nifşê nû ne û bi kapasîteya salane ya 64.000 SWU (yekeya cudakirinê) dixebitin.
Ev bingeha teknîkî di demeke kurt de çêkirina çekên nukleer pêkan dike.
ABD û Îsraîl ji ber gihîştina Îranê ya asta ji sedî 90ê dewlemendiyê û çeka nukleer hilberîne dilgiraniya xwe nîşan didin.
IAEA hesab dike ku heger Îran bigihêje vê rewşê dê bikare her meh 11 bombeyên atomî hilberîne.
Îran jî dide zanîn ew çalakiyên xwe yên nukleerî ji bo armancên aştiyane dike û diyar dike ku armanca wl ya hilberîna çekan nîne.
IAEA jî destnîşan dike ku reserva uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji ya pêwîst a armancên aştiyane zêdetir e û ev rewş gumanên navneteweyî zêde dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse