Karvedanên bidarverkirina Heyder Qurbanî berdewam in

20-12-2021
RÛDAW
Nîşan Heyder Qurbanî Îran Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên bidarverkirina giryê siyasî yê Kurd Heyder Qurabnî berdewam in. Medyaya fermî ya Îranê dibêje: “Aliyên opozîsyonê propagandayê belav dikin û piştgiriya partiyên Kurdî dikin.”

Piştî ki nûçeya bidarvekirina Heyde Qurbanî belav bû, medyayên fermî yên Îranê, çendîn rapor belav kirin, û wêneyên serdêrên wan medyayan belav kirine ku behsa bidarvekirina Heyder Qurabnî kirine.

Medyayên Îranê di raporên xwe de dibêjin “Medyayên derve û yên opozîsyonê propagandayê dikin.”

Evyek  jî piştî vê yekê hate ku dosyeya dengî û girteyeke videoyî ya Heyder Qurabanî hate belavkirin, ku behsa danpêdana di bin îşkenceyê de dike.

Li aliyê din, Komeleya Mafê Mirov ya Kurdistana Îranê-Cenev ragihand: “Ew dê dosyeya bidarvekirina wî girtiyê siyasî yê Kurd bibin civîna Encûmena Mafê Mirov ya serbi Neteweyên Yekbûyî, ku meha 2 sa sala 2022ê tê lidarxistin.”

Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî, Yekşemê (19.12.2021) di demjimêrên sibehê de, li zindana li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, hat darvekirin. Bi tometa peywendiya bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), cezayê îdamê li ser Heyder Qurbanî hatibû spandin.

Heyder Qurbanî yê temen 47 salî ku xelkê Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 2016an bi tometa hevkariya PDKÎyê hatibû girtin.

Mihemed Salih Nikbext ku parêzerê Heyder Qurbanî bû, nûçeya darvekirina Qurbanî piştrast kir û ji Rûdawê re eşkere kir, “Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê, biryar dabû pêdaçûn bi cezayê Heyder Qurbanî de bê kirin.”

Tevî biryara dadgehê hat darvekirin

Salih Nikbext ku herî dawî pêr êvarê li gel Heyder Qurbanî axiye, diyar kir, “Min biryara Serokê Dadgeha Desthilata Dadwerî ya Îranê gihand wî, gelek kêfxweş bû.”

Parêzerê Heyder Qurbanî amaje bi wê jî kir, Serokê Desthilata Dadwerî daxwaz kiribû biryara pêdaçûna bi ceza û dosyeya wî de bi Qurbanî û malbata wî bê gihandin, lê tenê 8 demjimêr piştî vê biryarê, Heyder Qurbanî hat darvekirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), berî niha daxwaz ji berpirsên Îranê kiribûn ku cezayê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanê bê hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst