Îran: Santrala Atomî ya Buşehrê ji kar ket

21-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Santrala Atomî ya Buşehr a Îranê ji ber rewşeke ne asayî û “şaşiyeke teknîkî” bi awayekê demkî hat girtin û berpirsên Îranê jî pêşbînî dikin, ku dê 3 heta 4 rojên din girtî bimîne heta careke din bikeve kar.

Rêveberê Kompanya Niştimanî ya Elektrîka Îranê Xulamelî Rexşanîmêhr ji kanaleke televîzyonî ya welatê xwe re ragihandiye ku ji roja Şemiyê ve Santrala Buşehrê bi awayekê demkî hatiye girtin û eger heye 3 heta 4 rojan girtî bimîne.

Xulamelî Rexşanîmêhr got, “bi rawestandina neçarî ya karê santrala atomî ya Buşehrê bo dema sê çar rojan, em rûbirûyê kêmbûna 1000 Megawat berhemanîna elektrîkê dibin.”

Saziya Enerjiya Atomiya Îranê ragihandiye, jikarketina santrala atomî ya Buşehrê “demkî” û ji ber “pirsgirêkên teknîkî” ye, lê amaje bi ti hûrgiliyan nekiriye.

Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê roja Duşemê li ser malpera xwe got: “Piştî pirsgirêkeke teknîkî, santrala elektirîkê ya Bûşehrê bi awayekê demkî hat vemirandin û ji tora elektrîkê ya seranserî hat derxistin, û di çend rojên bihê de careke din dê bi tora elektrîkê ya seranserî ve bihê girêdan.”

Bi jikarketina santrala atomî ya Buşehrê, tê çaverêkirin ku kêmbûna elektirkîkê li Îranê zêdetir bibe û bo demeke dirêj elektrîk li wî welatî qut bibe, ku ew çend heftî ne bi sedema germbûna hewayê û zêdebûna bikaranîna welatiyan, qutbûna elektrîkê li wî welatî destpê kiriye.

Ji sala 2011an ve ku Îranê bi hevkariya Rûsyayê Santrala Buşehr li başûrê wî welatî li qeraxa ava Kendavî xiste kar, ev yekem car e ku ew santral ji ber rewşa neasayî bê girtin.

Pêştir Cîgirê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, Mehmûd Ceiferî gotibû, ji ber siza û dorpêçên Amerîkayê, “peydakirina mesrefên pêwîst jibo bikaranîn, parastin, kirîna amûr û parçe amûrên pêwîst û sotemeniya salane ya yekeya ewil a santrala Buşehrê”, rastî pirsgirêkên ciddî hatiye û tekez kiribû, “dibe ku îsal çalakiyên vê santralê bên rawestandin.”

Serokê saziyê, Elî Ekber Salihî jî di destpêka îsal de gotibû, têkildarî santrala atomî ya Buşehrê, “Îran çend sed milyon dolarî deyndarê Rûsyayê ye”, lê tevî wê yekê Moskow hevkariya xwe bi Tehranê de berdewam dike.

Santrala Buşehr salên 1970an di serdema Şahê Îranê de li nîvgrava Buşehrê û nêzîkî ava Kendavê hat çêkirin û paşê piştî şoreşa sala 1979an hikûmeta Îranê bi hevkariya Rûsyayê proje temam kir û beriya 10 salan di 2011an de dest bi kar kir û elektrîkê bi rêya enerjiya atomê berhem tîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst