Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li eyaleta Hurmuzganê dest danî keştiyeke ku barê wê zêdetirî 3 milyon lître mazota qaçax bû û 14 kes desteser kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Serokê Polîsê Ewlehiya Aborî Husên Rehîmî derbarê vê mijarê daxuyaniyek daye û gotiye:
"Li avên peravî yên eyaleta Hurmuzganê dest bi ser keştiyeke ku zêdetirî 3 milyon lître mazot bi dizî vediguhast de hat girtin û 14 endamên çeteyê hatin desteserkirin."
Rehîmî diyar kir ku mazot ji yekê ji benderên başûrê welêt hatibû barkirin.
Li gorî agahiyên ku Rehîmî dane, sîstema şopandina keştiyê hatibû girtin û “dizan” plan dikir ku mazotê veguhêzin welatekî li Kendava Besrayê.
Wî got ku qaçaxçiyan dema operasyonê gule li hêzên ewlehiyê reşandine û lê dîsa jî ji desteserkirinê nefilitîne.
Hat ragihandin ku lêpirsîna têkildarî vê bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse