Hejmara kuştiyên Îranê zêde bû

25-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên dawî yên şerê Îran û Îsraîlê belav kirin û ragihand ku ji ber şer 627 kes hatine kuştin.

Navenda Belavkirina Zanyariyan a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li Îranê 627 kes hatine kuştin û 4 hezar û 780 kes jî birîndar bûne.

Navenda Belavkirina Zanyariyan eşkere kir ku herî zêde li parêzgehên Tehran û Kirmaşanê kuştiyan wan hene.

Navendê diyar kir ku parêzgehên Xuzistan, Loristan, Îsfehan, Merkezî, Tebrîz, Hemedan, Zencan û Gîlanê ji aliyê kuştî û birîndaran ve di rêza sêyem heta dehemîn de tên.

Navendê amaje pê kir ku ji sedî 86,1ê kuştiyan li cihê êrişan û beriya ku bigihêjin nexweşxaneyê mirine û ji sedî 13,9ê wan jî li nexweşxaneyan mirine.

Şerê Îran û Îsraîlê berbanga 13ê mehê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir û bi bersiva Îranê berdewam kir.

Roja sêşemê, piştî 12 rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst