Medyaya Îranê behsa îhtimala şerekî nû dike

04-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî aktîvkirina mekanîzmaya vegerandina cezayên navneteweyî yên li dijî Îranê, dilgiraniyên li wî welatî yên derbarê îhtimala destpêkirina şer zêde bûne.

Medyaya wî welatî jî bi awayekî berfireh li ser vê mijarê radiweste.

Keyhan: Îhtimala şerekî nû heye

Rojnameya Keyhanê ya nêzîkî ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî behsa rewşa niha ya cîhan û herêmê kir û got ku cîhan di qonaxeke dîrokî de ye û îhtimala derketina şerên nû û mezintirbûna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de heye.

Rojname amaje bi şandina hêzan a ji aliyê Amerîkayê ve ber bi Venezuelayê ve jî kiriye û gotiye, Amerîkayê xwe ji bo kontrolkirina balafirgeh û benderên wî welatî amade kiriye.

Keyhan behsa îhtimala derketina şerekî nû di navbera Îran û Îsraîlê de kir û got, "Îhtimala rûbirûbûnekê di navbera eniya Îranê û eniya Amerîka û Îsraîlê de dibe ne tenê ji bo herêmê, belkî ji bo tevahiya cîhanê jî encamên wê yên taybet hebin."

Li gorî rojnameyê, aqilmendî, ezmûn û rûdawnên piştî şerê 12 rojan nîşan da ku îhtimala rûbirûbûna di navbera Îran û Îsraîlê de gelekî zêde ye.

Rojname nivîseke Serokê Partiya Îsraîl Beytenû (Îsraîl Mala Me ye) ya li ser tora civakî ya Xê wekî mînak nîşan daye ku nivîsandiye:

"Her kesê ku bawer bike çîroka bi Îranê re bi dawî bûye, şaş e û xelkê din jî ber bi rêyeke şaş ve dibe.

Îranî niha bi awayekî dijwar dixebitin, rojane şiyanên xwe yên parastinê û leşkerî xurt dikin.

Çalakiyan li navendên atomî ji nû ve dest pê kirine. Wisa diyar e ku vê carê Îranî dê hewl bidin me şaş û metel bihêlin."

Rojnameya Keyhanê rewşa aloz a bazarê û xerabiya jiyana xelkê wekî beşek ji "plana dijmin a ji bo şer û berdewamiya şerê 12 rojan" bi kir û got:

"Ji ber vê yekê em dibêjin îhtimala rûbirûbûneke din a bi dijmin re heye, çimkî eger wisa nebûya, bi vî rengî û bi eşkereyî bi rêya aktîvkirina mekanîzmaya cezayên navneteweyî û sepandina cezayan û medyaya xwe, jiyana xelkê nedikirin armanc."

Di dawiya nivîsa Keyhanê de behsa wê yekê tê kirin ku divê hikûmeta Îranê şiyanên xwe yên leşkerî pêş bixe, yekrêzî û yekitiya navxweyî xurtir bike.

“Divê em ji bo parastinê amade bin”

Rojnameya Esrî Resaneyê di hejmara xwe ya îro de amaje bi gotinên Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade yên piştî bidawîhatina serdana wî ya Tirkiyeyê kiriye û nivîsandiye ku wezîrê parastinê di serdana xwe de li gel berpirsên Tirkiyeyê li ser mijarên leşkerî û ewlehiyê, gefên Îsraîlê yên li ser welatên herêmê û rewşa Sûriyeyê axiviye.

Li gorî rojnameyê, Wezîrê Parastinê yê Îranê behsa zêdebûna geştên balafirên barhilgir ên leşkerî û veguhastina çek û kelûpelên leşkerî ji bo Rojhilata Navîn kiriye û ji zarê Ezîz Nesîrzade gotiye:

"Vê rewşê dilgiranî li cem Îran û welatên herêmê çêkiriye. Lê veguhastina wan hebe yan nebe, wekî hêzeke leşkerî divê em her tim ji bo parastina welatê xwe amade bin."

Li gorî rojnameyê, Wezîrê Parastinê yê Îranê gotiye:

“Eger şerek bi ser me de were sepandin, erkê me yê leşkerî parastin e û em dê parastinê jî bikin, çawa ku me di şerê 12 rojan de parastin kir û dijmin neçar ma ku bi agirbestê razî bibe."

“Şer ji bo her du aliyan giran e”

Rojnameya Subhî Îmrûzê jî di nivîseke de bi manşeta "Gelo dê di demeke kurt de sîbera şer li ser serê Îranê bimîne?" behsa îhtimala derketina şerekî din di navbera Îran û Îsraîl de dike û dibêje:

“Şerê 12 rojan di navbera her du aliyan de xaleke werçerxanê bû û derxist holê ku lêçûna şerekî rasterast ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve ji bo her du aliyan gelekî giran e û ji qezencên wê gelekî zêdetir e.”

Nivîskarê mijarê Resûl Ebdullahiyan dibêje, di şerê 12 rojan de aliyan xalên xwe yên bihêz û lawaz nas kirin û Îranê karî di şer de beşek ji şiyanên xwe yên leşkerî nîşan bide û zererê bigihîne Îsraîlê, li hemberî vê yekê Îsraîl û Amerîkayê jî nîşan dan ku ew dikarin binesaziyên hestiyar ên Îranê bikin armanc û zererê bigihînin wan.

Di nivîsê de amaje bi wê yekê tê kirin ku di encama êrişên Îsraîl û Amerîkayê de zerereke mezin gihiştiye binesaziya bernameya atomî ya Îranê, her wiha komên çekdar ên ser bi Îranê ve li herêmê lawaz bûne û bandora wan wekî berê nemaye ku Tehranê wekî karteke zextê bi kar dianîn, ji aliyê din ve şerê 12 rojan nîşan da ku bi êrişên hewayî an jî mûşekî nikarin desthilata Îranê biguherînin.

Wekî ku nivîskarê babetê dibêje, aloziya hevkêşeyên siyasî li ser asta navneteweyî, bi taybetî berdewamiya şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û girîngiya rûbirûbûn û kontrolkirina Çînê ji bo Amerîkayê, îhtimala rûbirûbûneke din a leşkerî di navbera her du eniyan de lawaz dike.

Rojname behsa wê yekê dike ku tê pêşbînîkirin ku alozî di asta "şerê elektronîk, zexta dîplomatîk, sizayên aborî û operasyonên nerasterast ên sînordar" de bimînin.

Bi gotineke din, tê payîn ku şerê rasterast çênebe lê şerê sar û nerasterast dê berdewam bike.

“Pêwîst e dan û standin zû dest pê bikin”

Rojnameya Şerq a ku ser bi eniya reformxwazan ve ye, di nivîseke xwe de behsa "xetimîna dîplomatîk" a di navbera Îran û welatên rojavayî de ya derbarê bernameya atomî ya Îranê dike.

Mehdî Bazirgan di nivîsê de amaje bi gotinên Welî Nesrê pisporê pêwendiyên navneteweyî û mamosteyê Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê kiriye ku gotiye, sepandina cezauan dikare pêvajoya dan û standinê ji bo çend mehan dereng bixe û metirsiya nûbûna pevçûnan zêdetir bike.

Li gorî Welî Nesr, "Her ku destpêkirina dan û standinan zêdetir dereng bikeve, îhtimala vegera li pevçûna rasterast û derketina şerekî din di navbera Îran û Amerîkayê yan jî heta Îran û Îsraîlê de zêdetir dibe."

Rojname her wiha dide xuyakirin ku ev rewşa niha dikare veguhere "gera zext-gef-xetimandinê" û dikare herêmê bigihîne ber devê qeyraneke nû.

“Rewş gihiştiye qonaxeke hestiyar”

Rojnameya Armanî Mîliyê jî di babetekê de behsa wê yekê dike ku rewşa Rojhilata Navîn gihiştiye xaleke hestiyar û îhtimal heye ku mezintirbûna nakokiyên di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de bibe sedema şer û rûbirûbûneke din, her çend niha vê îhtimalê wekî lawaz dibîne.

Rojname di hevpeyvînekê li gel mamosteyê zanîngehê û pisporê mijarên navneteweyî Elî Bêgdilî de amaje bi şandina çek û hêza leşkerî ya Amerîkayê ji bo herêmê û îhtimala êrişeke din a li Îranê dike.

Rojname ji zarê Elî Bêgdilî dibêje, her çend niha îhtimala şer lawaz be jî dibe ku rewş ber bi aliyekî din ve biçe û bibe sedema rûbirûbûneke din a leşkerî.

Elî Bêgdilî ji rojnameyê re gotiye, pêngava dawî ya Amerîkayê ya ji bo şandina hêzeke zêdetir ji bo herêmê, nîşandana hêzê ye û asayî ye ku li hemberî vê yekê Îran jî amadekariyên xwe yên leşkerî zêdetir bike.

Bêgdilî amaje bi wê yekê dike ku Îran û Amerîka dixwazin bi rêya dîplomasî û dan û standinê pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û şer naxwazin lê siyaset nayê pêşbînîkirin û di rewşa berdewamiya nakokiyan û xetimîna dîplomatîk de, her îhtimaleke din vekirî ye û dibe ku rewş ber bi destpêkirina şer ve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst