Îranê zêdetirî milyonek penaberên Efxan dersînor kirin

25-07-2025
RÛDAW
Îranê zêdetirî milyonek penaberên Efxan dersînor kirin / Wêne: Arşîv
Îranê zêdetirî milyonek penaberên Efxan dersînor kirin / Wêne: Arşîv
Nîşan Îran Efxanistan Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran dersînorkirina penaberên Efxan didomîne û wekî hincet jî niştecihbûna neyasayî û tometbarkirina hinek ji wan bi “dijayetiya Îranê û sîxuriya ji bo Îsraîlê” nîşan dide.

Parlamenter û Serokê Komîteya Kar û Barên Navxwe yê Parlamentoya Îranê Mihemedsalih Cokar ragihand:

“Tenê sala 1402an (2025) Wezareta Karên Derve vîze daye 850 hezar kesên biyanî û hemû jî li welatê me ne.

Par milyonek û 300 hezar kesên biyanî hatine Îranê û venegeriyane.

Welatek çawa dikare bi vê rewşê aboriya xwe baştir bike, em çawa dikarin pirsgirêkên ewlehiyê yên welat çareser bikin?”

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Karên Navxwe ya Îranê di 4 mehên dawî de nêzîkî milyonek penaberên Efxanî hatine vegerandin.

Parlamentoya Îranê li ser pêşnûmeyeke ji bo rêxistina kar û barên koçber û penaberan gotûbêjan dike.

Li aliyê din, Îranê dema vegerandina penaberên Efxan dirêj kir.

“Dema dawî 6ê Îlonê ye”

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Îranê yê eyaleta Xorasana Rezewî Ehmed Mesûmîfer got:

“Ji ber ku li aliyê din ê sînor amadehî û binesaziya pêwîst ji bo pêşwaziya penaberan nîne, me biryar da ku bi hevahengiya her du aliyan demê dirêj bikin.

Dema dawî ya ku hatiye diyarkirin 6ê Îlonê ye.

Eger kesek piştî wê demê ji sînor derbas bibe dê cezayê niştecihbûna neyasayî lê were birîn.”

Ji 13ê Hezîrana îsal ve, bi dehan kes li Îranê bi tohmeta sîxurî yan jî hevkariya bi Îsraîlê re hatine desteserkirin ku beşek ji wan Efxanistanî ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê ragihand ku Tehran dijayetiya penaberan nake û siyaseta li dijî penaberan naşopîne lê hejmara wan li Îranê zêde ye û ew nikarin vî barî hilgirin.

Wezîrê Karên Derve yê Efxanistanê Emîrxan Muteqî li ser mijarê da zanîn:

“Efxanistan ji vê pêla tund a vegerandina penaberan a ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê re ne amade ye.

Me gelek caran ji berpirsên Îranê re, di nav de Serokkomarê wan ê birêz jî, ragihandiye ku divê vegerandina penaberên Efxan bi qonaxan be.”

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Îranê nêzîkî 6 milyon penaberên Efxan li Îranê dijîn ku beşek ji wan bi awayekî neyasayî çûne Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst