Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Efxan li Tehran a paytexta Îranê xwaringeheke taybet bi xwarinên Efxanistanê bi navê Mala Kabulê vekirine û dibêjin, aramnca wan guhertina nêrîna xelkên Îranê li ser Efxanistanê ye
Mûsa Ekberî xwediyê wê xwaringehê ye, Mûsa ku bixwe wênegir e, dîwarên xwaringeha xwe bi wêneyên xelkên Efxanistanê xemilandiye, hevjîna wî jî xwarinên Efxanî ji bo xelkê pêşkêş dike.
Mûsa diyar dike ku armanca wî guhertina nerîna xelkên Îranê li ser Efxanistanê ye.
Mûsa Ekberî dibêje, “Li Îranê xelk gelekî li ser Efxanistanê nizan in, min him wênegirî xwendiye û him jî zanyariyên baş li cem min hene derbarê Efxanistanê, min biryar da nerîna xelkên Îranê biguherim û welatê xwe jibo wan şîrove bikim, bi rêya vê xwaringehê.”
Mûsa û hevjîna xwe ji ber şerê Efxanistan û Yekîtiya Sovyetê di sala 1983an de ji Efxanistanê derketin û berê xwe dan Îranê.
Tevî ku Efxanistan û Îranê du welatên cîran in û zimanê wan ji hev gelekî nêzîk e, dîsa jî gelek ji xelkên Îranê zanyariyên temam li cem wan nînin li ser çand û kultura Efxanistanê.
Piraniya kesên ku tên û xwarinê li vir dixwin xwendekar, mamosteyên zanîngehê û akademisyen in.
Atife Ayinîsaz, xwendekareka Îranî ye ku serdana xwaringeha Mala Kabulê kiriye û dibêje, “Ev wêneyên xelkên Efxanistanê yên ku li vir hene, herwiha metbexa Efxanî bi awayekî baş kultûra xelkên Efxanistanê bo me vedughêze. Bi nerîna min ev tiştekî balkêş e jibo avakirina peywendiyan dinavbera xelkên Îran û Efxanistanê de.”
Li gorî amarên Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, li Îranê nêzîkî 780 hezar penaberên Efxanî li cem wan hatine tomarkirin. Ji bilî wan jî derdora du milyon û 300 hezar penaberên din hene ku nehatine tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse