Îran rê dide kolberan ku madeyên xav ên petrokîmyayê hawirde bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kolber Hawirdekirin Petrokîmya Polîmer Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Îranê cara ewil biryar da ku bi rêya "kolber û deryayê"rê bide hawirdekirina madeyên xav ên petrokîmya û polîmerê.

Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku ji ber şer zerereke mezin gihîşt binesaziya pîşesaziya wî welatî.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê ragihand ku Birêvebira Giştî ya Daîreya Yasayên Hinartin û Anînê ya Wezareta Pîşesaziyê Nergis Baqirî Zumrûdiyê di nameyekê de ji bo gumrukê diyar kiriye ku anîna madeyên xav ên petrokîmya û polîmerê bi rêya "kolber û melevanan" qanûnî ye û destûr pê hatiye dayîn.

Kêmiya madeyên xav di bazarê de

Li gorî medyaya Îranê, ev destûr wekî hewldanekê ye ji bo çareserkirina kêmiya madeyên xav ên di bazarên Îranê de.

Di mehên dawî de rêjeya madeyên xav gelekî kêm bûye.

Armanc ew e ku çalakiyên pîşesaziyê yên welêt berdewam bikin ku ji ber şer rawestiyabûn.

Ev biryar piştî derbasbûna nêzîkî 40 rojan a şerê di navbera Îran û (Amerîka - Îsraîl) de tê.

Di vî şerî de zerereke kujende gihîşt navendên stratejîk ên enerjiyê yên li herêmên pîşesaziyê yên wekî "Maşehr" û "Eselûyeyê".

Guherîneke dîrokî di lîsteya kel û pelan de

Di dîroka Îranê de ev cara ewil e ku madeyên xav ên pîşesaziya giran dikevin nav lîsteya wan kel û pelên ku kolber veguhêzin.

Berê karê kolberiyê (li sînorên bejahî yên wekî Herêma Kurdistanê) û melevaniyê (li sînorên avî yên başûrê Îranê) tenê ji bo veguhestina pêdiviyên navmalê, cil û berg û kel û pelên elektronîkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst