Hewlêr (Rûdaw) - Serokê şandeya dan û standinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî wekî berdevkê şandeyê destnîşan kir.
Medyaya fermî ya Îranê fermana destnîşankirinê ya ku ji Îsmaîl Beqayî re hatiye şandin belav kir.
Di fermanê de wiha tê gotin:
"Ji ber ku hûn di warê hiqûqa navneteweyî de pispor in, di qada dîplomasiyê de tecrubeya we ya guncav heye û di heman demê de berpirsyariya berdevkiya Wezareta Karên Derve li ser milê we ye, ez we wekî berdevkê şandeya dan û standinan destnîşan dikim."
Dan û standinên bi Amerîkayê re
Şandeya dan û standinan a Îranê 11ê Nîsanê li Îslamabada paytexta Pakistanê bi şandeya dan û standinan a Amerîkayê re civiya.
Şandeya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance beşdarî civînê bûbû lê di civînê de ti pêşketin çênebûbûn.
Destnîşankirina Beqayî ya wekî berdevkê şandeya dan û standinan di demekê de ye ku ji bo Îran û Amerîka li hev bikin hewldanên navbeynkariyê yên zêde hene.
Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku hefteyên pêş me dan û standin ji nû ve dest pê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse