Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku paşeroja şer an jî dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de ne diyar e, xuya ye generalekî radîkal ê Îranê cihê xwe di navenda desthilatê de girtiye.
Têkiliya wî generalî bi êrişên navdar ên navxwe û derveyî welêt ên dehsala borî re heye.
General Ehmed Wehîdî serokatiya Supaya Pasdarên Îranê dike.
Ew di diyarkirina helwestên tund ên Îranê yên di dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê li gel Amerîkayê de bûye aktorekî sereke.
Li gorî medyaya Îranê, ew beşek ji komeke biçûk e ku pêwendiya wan a rasterast bi Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî re heye.
Wekî hemû mijaran, li nav Îranê jî heta radeyekê ne diyar e bê ka di dawiyê de kî biryarê dide.
Tevî hinek helwestên Mucteba Xamineyî, piştî armanckirina wî û bavê wî nêzîkî 90 roj in hîn jî ew derneketiye pêşberî xelkê.
Niha berpirsên payebilind ên di nav desthilata olî ya Îranê de li ser desthilatê hevrikiyê dikin.
Ew dikarin bi lez pêbaweriyê bi dest bixin an jî ji dest bidin.
Ehmed Wehîdî bi xwe ji 8ê Sibatê ve bi awayekî giştî nehatiye dîtin, ango çend hefte beriya destpêkirina şer.
Medyaya Îranê îro li ser hevdîtina Ehmed Wehîdî û Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê ya li Tehranê nûçeyên dijber belav kirin.
Di nûçeyan de hat gotin ku wî peyamek derbarê dan û standinên bi Amerîkayê re hilgirtiye.
Heman wezîr bi berpirsên din ên payebilind ên Îranê re jî civiya.
Têkiliya wî ya bi komên çekdar re
Wehîdî ji mêj ve di nav pergala desthilatdariyê de ye. Wî alîkariya dîzaynkirina piştgiriya Îranê ya ji bo komên çekdar ên li seranserê herêmê kiriye.
Ew tê tohmetbarkirin ku rola wî di teqîna sala 1994an a navendeke Cihûyan a li Arjentînê de heye.
Sala 2022yan wî ji bo tepeserkirina xwenîşandanan serkêşiya hêzên navxweyî kir.
Piştî ku Fermandarê Supaya Pasdaran di destpêka şer de hat kuştin, Wehîdî ew post wergirt û pileya wî hat bilindkirin.
Ew serkêşiya hêza herî bihêz a Îranê dike. Ev hêz xwediyê depoyeke mezin a mûşekên balîstîk û keştiyên biçûk e ku gefê li keştiyên Kendavê dixwin.
Enstîtuya Lêkolînên Şer a li Washingtonê ragihand, "Xuya ye Wehîdî û endamên xeleka wî ya nêzîk ne tenê bersivên leşkerî yên Îranê yên di hevrikiyê de, belkî siyaseta dan û standinên Îranê jî kontrol kirine."
Stratejiya wî ya li dijî Amerîkayê
Stratejiya şerê Îranê ew bû ku Tengava Hurmizê bigire, rê li ber hinartina petrol û gazê bigire û krîza enerjiyê ya cîhanî derxe.
Di heman demê de, êrişên tund birin ser saziyên petrolê, otel û binesaziya welatên Ereban ên Kendavê.
Di dan û standinan de, ew li hemberî daxwazên Amerîkayê yên ji bo radestkirina uranyuma dewlemendkirî li ber xwe dide.
Ew hesabê wê yekê dike ku di vê hevrikiyê de dikare ji Amerîkayê zêdetir li ber xwe bide.
Li gorî wî, dê Trump dudil be ku dest bi şerekî rasterast bike lewra ev yek dê bibe sedema ziyana zêdetir ji bo hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê.
Ev yek rengvedana şêwaza rûbirûbûna Wehîdî ye. Lêkolînerê payebilind ê li Koma Soufan a li New Yorkê Kenneth Katzman dibêje:
"Ew ji wê hişmendiyê tê ku baweriya wî bi şoreşa bêdawî û berxwedana bêdawî heye."
Katzman pisporekî payebilind ê kar û barên Îranê ye û 30 salan şêwirmendê Kongreya Amerîkayê bûye.
Katzman diyar dike ku li gorî baweriya Wehîdî "Pêwîst e di her gavê de welatê wî li dijî Amerîkayê raweste."
Wehîdî meha Kanûna Paşîn bi wê yekê serbilind bû ku hêza parastina Îranê bi pêş ketiye û bûye "metirsiyeke mezin ji bo her kiryara leşkerî ya dijmin."
Wehîdî niha di navenda guftûgoyan de ye
Pakistanê meha nîsanê mazûvaniya guftûgoyên di navbera şandeyeke Îranê ya bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û şandeyeke Amerîkayê ya bi serokatiya Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance kir. Lê ev guftûgo bêyî ti peymanê bi dawî bûn.
Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqçî vegeriyan welatê xwe. Ew li navxwe rastî rexneyan hatin bi hinceta ku qaşo zêde amade ne tawîzan bidin.
Qalîbaf neçar ma ku bi eşkereyî tekez bike ku guftûgoyên wan bi piştgiriya Rêberê Bilind hatine kirin.
Berpirsekî herêmê yê ku hay ji zanyariyan û navbeynkariya Pakistanê ya di navbera Amerîka û Îranê de heye dibêje:
"Ji wê demê ve Wehîdî bûye xala sereke ya pêwendiyê ji bo kesên ku bi Îranê re dan û standinê dikin."
Derneketiya holê û rewşa tenduristiyê ya Rêberê Bilind ê Îranê, li ser milmilaneya serkirdeyên Îranê ya ji bo gihîştina Xamineyî û bandorkirina li ser wî, gotegot derxistine.
Destpêka meha Gulanê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, ku gelek kes wisa difikirin ku ew ji aliyê Pasdaran ve hatiye piştguhkirin, gotibû:
"Min karîbû rêberê me yê ezîz bibînim" û ew 2 demjimêran pê re axivîbû.
Lêkolînera payebilind a li Enstîtuya Siyaseta Rojhilata Nêzîk a Washingtonê Holly Dagres dibêje:
"Xuya ye rêberê nû, mîna bavê xwe, bi Pasdaran re di nava ahengekê de ye lê bi awayekî wêrektir û bêtawîztir."
Şirovekarê siyasî Kamran Buxarî dibêje, "Kesayetiyên wekî Wehîdî tenê birêvebirên şer nînin, ew bi awayekî çalak mijûlî dîzaynkirina cîgirtiyê û çespandina desthilatê ya li derdora Rêberê Bilind in.
Wan di pratîkê de bi rêya birêvebirina krîzê dewlet kontrol kiriye."
Wehîdî di salên serkêşiya Feyleqa Qudsê de gihîştiye
Ehmed Wehîdî sala 1958an li bajarê Şîrazê yê li başûrê Îranê ji dayîk bûye.
Navê wî yê rastîn Ehmed Şahçiraxî ye. Wekî piraniya ciwanan, piştî Şoreşa 1979an tevlî Supaya Pasdaran bûye û beşdarî şerê di navbera Îraq û Îranê de bûye. Ew şer 8 salan ajot.
Wê demê Wehîdî derbasî beşa îstixbaratê ya Pasdaran dibe û piştî demeke kurt serperiştiya operasyonên derve yên Îranê jê re tê spartin.
Wî bawerî û piştgiriya desthilatdarên Îranê bi dest xist, di nav de ya Haşimî Refsencanî yê ku paşê bû Serokkomar.
Refsencanî di jiyannameya xwe de nivîsiye ku Wehîdî di skandala (Îran-Contra) ya salên 80yî de cih girtiye.
Di wê skandalê de, îdareya serokê berê yê Amerîkayê Ronald Reagan çek firotibûn Tehranê.
Armanc ew bû ku wan dîlên ku ji aliyê çekdarên bi piştgiriya Îranê ve li Libnanê hatibûn girtin, azad bikin.
Paşê Amerîkayê pereyê firotina wan çekan da serhildêrên Contra yên li Nîkaraguayê da ku bi kar bînin.
Paşê Refsencanî ji bo parastina Wehîdî destwerdan kir. Ev yek wê demê çêbû ku Rêberê Bilind ê wê demê Ayetulah Xumeynî hewl da endamên Pasdaran darizîne.
Sedema darizandinê ew bû ku wan nekarîbû pêşî li êrişa çekdarên komeke Îranî ya sirgûnkirî ya dawiya salên heştêyan a di dema şer de bigirin.
Di wan deman de, Wehîdî serperiştiya Feyleqa Qudsê ya ku nû hatibû avakirin girt ser xwe.
Di nava çend dehsalan de, Feyleqa Qudsê alîkariya avakirina toreke komên çekdar ên wekîl û hikûmetên hevpeyman li seranserê Rojhilata Navîn kir.
Li gorî dozgerên giştî yên li dijî Supaya Pasdaran, Feyleqa Qudsê di bin serkêşiya Wehîdî de alîkariya plandana teqîna sala 1994an a li navenda herî mezin a civaka Cihûyan a li Arjentînê kiriye.
Di wê teqînê de 85 kes hatin kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûn. Îranê red kir ku destê wê di wê teqînê de hebe.
Her wiha lêkolînerên Amerîkî bawer dikin ku di serdema Wehîdî de, Îranê teqîna Bircên Xuberê ya sala 1996an a li Erebistana Siûdê organîze kiriye.
Di wê teqînê de 19 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Îranê tevlîbûna xwe ya di wê êrişê de jî red kir.
Ji wezîrtiyê heta cezakirinê
Wehîdî sala 1998an Feyleqa Qudsê bi cih hişt. Sala 2010an dema ku ew Wezîrê Parastinê bû, Amerîkayê ji ber tevlîbûna di bernameya etoma ya Îranê û hewldana bidestxistina çekên komkuj de, ceza lê birîn.
Van demên dawiyê jî wekî Wezîrê Karên Navxwe, Wehîdî serperiştiya wan yekeyên polîsan kir ku di tepeserkirina xwenîşandanên sala 2022yan ên ji ber mirina Jîna Emîniyê de cih girtibûn.
Paşê rojnameyeke Îranê belgeyeke nihênî belav kir ku nîşan dida Wezareta Karên Navxwe bi serperiştiya Wehîdî ferman daye dezgehên ewlehiyê da ku çavdêriya wan jinan bikin û wênayên wan bikişînin ên ku hîcabê li xwe nakin. Ev jî tiştek bû ku berê red kiribû bê kirin.
Piştî wê rapora rojnameya Îranê, Wehîdî got ku bangên ji bo rakirina hîcabê "planeke dagirkeriyê" ya dijminên Îranê ye û ew hewl didin Komara Îslamî qels bikin.
Wehîdî her wiha got, "Hîcab li beramberî belavbûna çanda bêserûber a rojavayê bûye astengiyeke mezin."
Rola Wehîdî gihîştina Amerîkayê ya bi peymanekê re ya li gel Îranê gelekî zehmettir dike.
er wiha berdewamiya nediyarbûna serkirdayetiya Îranê jî bi heman awayî ye.
Pisporê kar û barên Îranê yê li Enstîtuya Rojhilata Navîn Hemîdreza Ezîzî dibêje, "Trump ji bo dan û standinan tenê kesekî li nav Îranê dixwaze lê belê hemû pergal guheriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse