Li Zahidanê êrişî dadgehê hat kirin: 5 kuştî û 13 birîndar

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan Sîstan û Belûçistan Zahidan Ceyş El Edl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zahidanê yê Îranê di êrişeke çekdarî ya li ser avahiya dadgehê de 5 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansên fermî û xwecihî yên Îranê, îro sibehê komeke çekdar êrişî avahiya dadgehê ya li bajarê Zahidanê yê li başûrê rojhilatê Îranê kir.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê ragihand ku rêxistina bi navê Ceyş El Edlê berpirsiyariya êrişê li xwe girtiye.

Li gorî heman ajansê, êrişê ewil bi gulebarana li ser dadgehê dest pê kiriye û paşê jî bi awayekî bêserûber sivîlên li derdorê hatine hedefgirtin.

Hat eşkerekirin ku hêzên ewlehiyê 3 êrişkar kuştine û di êrişê de zerer gihîştiye mal û milkên welatiyan jî.

Hêzên ewlehiyê bi lez avahî dorpêç kirin û ewlehî pêk anîn. Rayedarên Îranê derbarê êrişê de lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.

Zahidan paytexta parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ye.

Ceyş El Edl kî ye?

Ceyş El Edl ango "Artêşa Dad û Wekheviyê" komeke çekdar a mixalifê Hikûmeta Îranê ye. Rêxistin xwe li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya Îranê wekî "parêzvanê mafên Suniyan" pênase dike.

Selefê Ceyş El Edlê, Cindulah (Leşkerên Xwedê) bû. Serokê Cindulahê Ebdulmelîk Rîgî sala 2009an bi tohmeta bombebarankirina hêzên ewlehiyê û ajantiya ji bo Brîtanya û Amerîkayê ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û sala 2010an hatibû îdamkirin.

Dîplomatê berê yê Pakistanê Mihemed Ebasî gotibû ku welatê wî di girtina Rîgî de roleke girîng lîstiye.

Li gorî îstixbarata Amerîkayê, Ceyş El Edl tevlî gelek teqîn û êrişan bûye.

Êrişa sala 2005an a li dijî Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî yek ji wan bû.

Ceyş El Edl bi giştî operasyonên xwe li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst