Hewlêr (Rûdaw) - Li navendeke leşkerî ya Artêşa Îranê teqînek rû da. Li gorî agahiyan herî kêm pisporekî leşkerî yê Îranê miriye.
Hat ragihandin ku li herêma Parçîn a li başûrê rojhilatê paytexta Îranê Tehranê di tesîseke leşkerî ya ku hin welatên rojavayî dibêjin "derbarê bernameya çekên nukleerî yên Îranê ye" de ye, di encama teqînekê de pisporekî leşkerî yê Îranê mir.
Li aliyê din li ser sedema teqînê ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn lê hat îdiakirin ku teqîn ya sabotajê, êrîşa sîberî an jî êrîşa bi dronan hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ku ji çavkaniyekî di nava bûyerê de xwe wergirtiye, hat ragihandin ku êvara Çarşemê li yek ji kargehên Parçîn li herêma pîşesazî pêk hatiye.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Îranê de hat destnîşankirin ku qeza li yek ji navendên lêkolînê yên girêdayî wezaretê qewimiye.
Hat diyarkirin ku di encama teqînê de endezyarê bi navê Ehsan Kad Beygî miriye û endezyarek jî birîndar bûye.
Di derbarê sedema qezayê de tu agahî nehatin bidestxistin, hat diyarkirin ku lêkolîn berdewam dike.
Li herêma Parçîn a ku bi 30 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Tehranê ye, navendeke leşkerî ye ku tê îdiakirin bi bernameya çekên nukleerî ya Îranê ve girêdayî ye.
Di 26ê Hezîrana 2020an de li herêma Parçînê teqîneke mezin pêk hatibû û hatibû îdiakirin ku bûyer çalakiyeke sabotajê ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirine lê rayedarên Îranê ev bûyer weke “qeza” ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse