Îran ji bo fermandar û zanayên atomî yên kuştî şînê digerîne

27-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Elî Xamineyî Tehran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Îranê ragihand ku roja şemiyê li Tehranê dê ji bo 60 kesên ku di şerê 12 rojan ê li gel Îsraîlê de hatine kuştin dê “şîneke dîrokî" bê gerandin.

Li gorî zanyariyan merasîm dê saet 8:00ê sibehê (bi dema Tehranê) li Meydana Înqilabê ya li navenda Tehranê dest pê dike û piştre karwanê cenazeyan dê ber bi Meydana Azadiyê ve ku nêzîkî 11 kîlometreyan dûr e bi rê bikeve.

Serokê Encûmena Hevahengiya Bipêşxistina Îslamî ya Tehranê Muhsîn Mehmûdî ji medyaya Îranê re got, "Sibe dê ji bo Îrana Îslamî û şoreşê bibe rojeke dîrokî."

Di nav kuştiyan de Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê General Mihemed Baqirî jî heye ku tevî hevjîn û keça xwe hatibû kuştin.

Zanyarê atomî Mihemed Mehdî Tehranî jî ku di êrişan de hatiye kuştin, dê tevî hevjîna xwe were veşartin.

Di merasîma şînê de, her wiha rêz li çar jin û çar zarokên din ên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane, tê girtin.

Li gorî medyaya Îranê, di êrişên Îsraîlê de herî kêm 30 fermandarên payebilind ên Artêşa Pasdaran hatine kuştin.

Di nava wan de Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Selamî û Fermandarê Hêza Esmanî ya Supaya Pasdaran Emîrelî Hacîzade ku serpereştiya bernameya mûşekên balîstîk ên artêşê dikir jî hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 627 welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzîkî 5,000 kesên din jî birîndar bûne.

Li aliyê din, li gorî berpirsên Îsraîlê, di êrişên Îranê de jî 29 kes hatine kuştin.

Heta niha nehatiye diyarkirin ku dê Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, tevlî merasîma şînê ya roja şemiyê bibe yan na. 

Şerê Îran û Îsraîlê bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir.

Şerê her du welatan 12 rojan bi awayekî giran berdewam kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê diyar kir ku her du aliyan aştî xwestiye û wî di navbera her du aliyan de agirbest ragihand

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst