Îran: Em dê bi ti awayî dev ji bernameya atomê bernedin

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Bernameya Atomê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebûlfezl Şîkarçî ragihand, “Em ê bi ti awayî dev ji bernameya xwe ya atomî bernedin.”

Ebûlfezl Şîkarçî derbarê kapasîteya mûşekan a Îranê de jî got, “Em bi lez kapasîteyên xwe bi pêş dixin û ber bi çekên bipêşketîtir ve gavan diavêjin.”

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebûlfezl Şîkarçî behsa şerê 12 rojî yê welatê xwe yê bi Îsraîlê re kir ku di navbera 13 û 25ê Hezîrana îsal de berdewam kir.

Îsraîlê êrişî navendên atomî û baregehên leşkerî yên Îranê kir û Tehranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

"Hilberîb berdewam e"

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, “Di dema şer de û piştî şer jî hilberîna ti çekên pêşketî ranewestiya û heta îro jî hilberîna wan berdewam e.”

Ebûlfezl Şîkarçî amaje bi daxwaza Amerîka û welatên Ewropayê ya ji bo sînordarkirina bernameya atomê ya Îranê kir û got:

“Îro welatê me pêwîstiya wî bi enerjiya atomê heye û ev encama xwîna bi hezaran şehîdan e, lewma em dê bi ti awayî dev jê bernedin.”

Şîkarçî behsa kapasîteya mûşekên welatê xwe jî kir û da zanîn ku kapasîteya mûşekên welatê wan bi lez bi pêş dikeve.

Ebûlfezl Şîkarçî got, “Di warê mûşekan de em bi lez kapasîteyên xwe pêş dixin û ber bi çekên pêşketîtir ve gavan diavêjin.

Em rê nadin ti hêz destwerdanê di vî warî de bike.”

"Teslîmbûn tenê wêraniyê bi xwe re tîne"

Şîkarçî derbarê teslîmbûna li hemberî daxwazên Amerîka û welatên rojava hişyarî da berpirsên Îranê û got:

“Mînaka welatên wekî Lîbyayê nîşan da ku bêçekbûn û paşvekişîna li hemberî daxwazên zilhêzên zordar tenê wêraniyê bi xwe re tîne.

Komara Îslamî dê li ser rêya xwe ya berxwedanê û piştrastbûna bi Xwedayê mezin berdewam bike û ev heman rê ye ku heta niha gelê Îranê ber bi serkeftinê ve biriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst