Li Îranê erdhejeke bi hêza 5,1 pîleyan çêbû

29-05-2025
Nîşan Kirman Erdhej Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmanê ya başûrrojhilatê Îranê erdhejeke bi hêza 5,1 pîleyan rû da.

Li gorî daneyên Navenda Neteweyî ya Sîsmolojiyê ya Îranê, erdhej bi dema herêmî saet 01:00ê çêbûye.

Her wiha navenda erdhejê bajarokê Bolukê yê girêdayî navçeya Ciroftê bû.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan de qewimiye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) ji devê li rayedarên herêmî ragihand ku tîm çûne herêmê û heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst