Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Îranê merasîmên cenaze û bîranînê yên ji bo kesên ku di çalakiyan de canê xwe ji dest daye vediguherin xwenîşandanên li dijî rejîmê.
Desthilata Îranê ji gurbûna xwenîşandanên li dijî rejîmê bi fikar e.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ), li seranserê Îranê merasîmên cenaze û bîranînê yên ji bo kesên ku di çalakiyan de canê xwe ji dest daye vediguherin xwenîşandanên li dijî rejîmê.
Hat ragihandin ku xwendekarên zanîngehan ên li Meşhed, Tewrêz û Şîrazê di merasîman de dirûşmên "Mirin ji bo Xamineyî!" berz dikin û çalakiyên rûniştinê li dar dixin.
Li Şîrazê xwendekarên bijîşkiyê ji bo xwenîşanderên ku hatine kuştin û bijîşkên hatine desteserkirin dirûşm berz kirin.
Serokê Konseya Bijîşkan a Îranê Mihemed Reîszade ragihand ku di biserdegirtinên hêzên ewlehiyê yên 8 û 9ê Kanûna Paşîn de 17 karmendên tenduristiyê hatine desteserkirin.
Xwendekarên lîseyê jî beşdarî çalakiyan dibin.
Xwendekarekî 17 salî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku ew li dibistanê red dikin ku marşa neteweyî bixwînin.
“Xwîn hat rijandin”
Konseya Kordînasyonê ya Sendîkayên Mamosteyan a Îranê ku bi helwesta xwe ya mixalîf tê naskirin daxuyaniyek belav kir û got:
"Di xwenîşandanên aştiyane yên mirovên ku daxwazên wan ên asayî hene de xwîn hat rijandin. Xema ku ketiye dilê me veguhere nefreteke kûr."
17 aktîvîstên civaka sivîl ên li Îranê jî bi nameyeke vekirî windahiyên canî yên di çalakiyan de wekî "tawana li dijî mirovahiyê" bi nav kirin û wan Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî berpirsyar dît:
"Berpirsyarê sereke yê vê rewşa tirsnak kesê herî jor û pêkhateya zextkar a Komara Îslamî ya Îranê ye."
Wall Street Journalê (WSJ) diyar kir ku jineke ji Kirmaşanê ya ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin ev peyam şandiye:
"Mirov çi qasî bi tirs bin ew qasî jî bi hêrs in. Em hemû li asman dinêrin û hêvî dikin ku Trump me bombebaran bike, tenê ji bo ku Xamineyî û rejîma wî tune bike.
Em razî ne ku yeko yeko bimirin lê em naxwazin zarokên me rastî wan êş û şkenceyan bên ku me kişandine."
Esnafên Bazara Mezin a Îranê piştî ku nirxê riyal li hemberî dovîzê daket, 28ê Kanûna Pêşîn dest bi girevê kiribû û fitîla xwenîşandanan pê xistibû.
Li gorî nûçeya WSJyê, yekitiya ku nûnertiya esnafên Bazara Mezin dike li ser Telegramê daxuyaniyek belav kir û bang kir ku ji bo kesên di xwenîşandanan de canê xwe ji dest daye derkevin kolanan:
"Em gelê torîn ê li çar aliyên Îranê vedixwînin ku bîranîna miriyan li bajarên xwe zindî bihêlin û serhildana neteweyî bidomînin."
Gef û diyalog
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû ku eger xwenîşander werin gulebarankirin an îdamkirin ew dê midaxeleyeke leşkerî bike lê pişt re operasyon rawestandibû.
Destê Îrana ku ducare bi Amerîkayê re li ser maseyê rûniştiye, eger xwenîşandan gur bibin dibe ku qels bibe.
Trump leşkerên li Rojhilata Navîn zêde dike û mizakereyên nukleer ên di navbera her du welatan de ku par bêencam mabûn, îro li Mesqeta paytexta Umanê ji nû ve dest pê kir.
Piştî hevdîtinên par Îsraîl û Amerîkayê êrişî Îranê kiribû.
Birêveberiya Washingtonê bi hinceta rîskên ewlehiyê yên ku li Îranê didomin bang li welatiyên xwe kir ku "demildest welêt biterikînin."
Bilanço
Dewleta Îranê 21ê Kanûna Paşîn yekem daxuyaniya li ser windahiyên canî parve kiribû.
Hatibû ragihandin ku hêzên ewlehiyê û sivîl jî di nav de 3 hezar û 117 kesan canê xwe ji dest daye.
Lê Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, eşkere kir ku di bûyeran de 6 hezar û 872 kesan canê xwe ji dest daye û 50 hezar û 553 kes hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse