Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Dijmin bi belavkirina peyamên dijber û nûçeyên derewîn, hewl dide yekrêziya gelê Îranê têk bibe."
Mihemed Baqir Qalîbaf her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku gotinên Serokê Amerîkayê bê wate ne û armanca wî têkdana ramana berpirsên welat e."
Serokê Parlamentoya Îranê li civîna asayî ya parlamentoya di gotarekê de got,”Îsraîl û Amerîka di şerê 12 rojan de rastî şikestineke mezin hatin.
Gelê Îranê bi berxwedana xwe, ew kesên ku çavên wan ên xerab li vê axê bûn, bêhêvî kirin, her wiha biyanîperest hêrs û bêhêvî kirin.
Niha ku ciwanên Îranê yên wêrek dijminên xwe bi vî rengî bêhêvî kirine, neyar hewl didin bi operasyonên derûnî, şandina peyamên dijber û têkdana awayê ramana xelkê, yekrêziya Îraniyan a di rûbirûbûnê de têk bibin û karê xwe yê nîvcomayî bi rêya aloziyan li Îranê temam bikin."
Di 26ê Hezîranê de sêyemîn gotara vîdeoyî ya Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî derbarê şerê 12 rojan de hat belavkirin ku tê de behsa "serkeftina li hemberî Amerîka û Îsraîlê" dikir.
Piştre Trump di parvekirinekê de gotinên Xamineyî rexne kir û wiha got:
"Di van çend rojên borî de min li ser îhtimala rakirina cezayan û çend tiştên din kar dikir ku dê derfeteke gelek baştir bida Îranê da ku vejîneke lezgîn, bi lez û temam bibîne lê ji ber gotinên Elî Xamineyî min dev ji hemû karên li ser kêmkirina cezayan berda.
Serokê Parlamentoya Îranê got, "Ew (Trump) rojekê ji bo xapandina xelkê, bêyî ku ti fermaneke cîbicîkar derxistibe li ser torên civakî cezayan (li ser Îranê) radike û çend saetan şûnde, ew cezayên ku hêj nehatine rakirin, bi hinceta helwesta berpirsên Îranê, ji nû ve disepîne da ku wisa nîşan bide ku sedema cezayan berpirsên Îranê ne."
“Donald Trump ne cihê baweriyê ye”
Di 13ê Hezîranê de şerê Îran û Îsraîlê dest pê kir. Amerîkayê jî di 22yê vê mehê de bi balafirên şer û mûşekan êrişî tesîsên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên Îranê kir.
Piştre Trump di 24ê Hezîranê agirbest di navbera Tehran û Tel Avîvê de ragihand.
Qalîbaf di berdewamiyê jî de got, "Hêj bersiva wê pirsê nehatiye dayîn ku Amerîkayê çawa di nava dan û standinan de şer daye destpêkirin.
Hêj demek zêde bi ser agirbestê re derbas nebûye, dîsa behsa îhtimala ji nû ve destpêkirina şer dike da ku tirsê bixe dilê gelê Îranê yê wêrek."
Serokê Parlamentoya Îranê behsa helwesta Îranê kir û wiha domand:
"Helwestên Serokê Amerîkayê ne cihê baweriyê ne, her daxuyaniyeke wî, yan planek e ji bo têkdana ramana berpirsên welat û belavkirina tirs û bêhêviyê di nava gelê Îranê de, yan jî mijareke bê wate ye ku tenê ji bo balkişandinê hatiye gotin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse