Danûstandinên rêkeftina atomî ya Îranê destpê dikin

29-10-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Yekîtiya Ewropa Amerîka Rêkeftina Atomî ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meha bê danûstandinên taybet bi zindîkirina Rêkeftina Atomî di navbera Îran, hersê welatên Ewropa, Fransa, Almanya û Brîtanya, û Rûsyayê û beşdarbûna nerasterast a Amerîkayê li Viyenayê destpê dikin.

Îran bi awayekî berdewam daxwaz dike ku cezayên piştî vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina tomî ku di Gulana 2018an de bi ser de hatibûn sepandin, bên rakirin.

Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Ebdullahiyan jî amadebûna welatê xwe bo vegera ser maseya danûstandinê nîşan daye, lê ragihandiye Amerîka ji bo nîşandana niyetpakiya xwe dikare 10 milyar dolar ji dahat û sermayeya Îranê azad bike ku ew pere hatiye cemidandin û Îran nikare wan pereyên xwe werbigire.

Hisên Ebdullahiyan gotiye, “Bi kêmanî rêzdar Biden bo pêşandana nêtpakiya xwe ya biçûk, dikare 10 milyar dolarên cemidandî li ser çavkanî û pereyên Îranê rake. Komara Islamî ya Îranê ciddî ye bo vegera li pabendbûnên Rêkeftina Atomî. Eger her aliyek berdewamiyê bi pabendbûna xwe bide, bê guman em jî heman tiştî dikin.”

Di heman demê de, dibe meha bê Desteya Parêzgarên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî bicive.

Ev desteya han ji 35 endaman pêk tê, û heta niha helwêsta Îranê li beramberî rênedana bi çavdêrên ajansê bo serdankirina çend binkeyên atomî şermezar nekiriye.

Di dawiya Îlonê de, Îranê rê neda pişkînerên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî daku serdana binkeya atomî ya Kerecê bikin, ku dixwestin mêmoriya kamîrayên çavdêriyê ya wê binkeyê biguherin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî dibêje, tişta ku Îranê di çend mehên borî de kiriye, nabe alîkar bo çareserkirina pirisgirêkan.

Wezîrê derve yê Amerîkayê, Antony Blinken ragihandiye, “Eger helwêsteke rasteqîne ya Îranê heye, em berdewam dibin ku bikaribin bigihên rêkeftinê li ser vegera bo pabendbûna me herdû aliyan. Rêya li pêşiya me heta diçe kûrtir dibe. Em zêde bi hûrî çavdêriya gotin û helwêsta Îranê jî dikin, û eger hat û Îranê tevgera xwe neguhert, em amade ne bijardeyeke din werbigirin.”

Ragihandina destpêkirina danûstandinan ji aliyê îranê ve di demekê de ye, berî çend rojan şandiyê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê hişyarî daye Îranê, ku divê pêngavên programa xwe ya atomî berovajî bike, lê gotiye jî, îdareya Biden dibîne ku baştire bi rêya dîplomasiyê ev pirs çareser bibe.

Di Hezîrana îsal de piştî 6 gerên danûstandinê, civînên zindîkirina rêkeftina atomî li Viyenayê rawestiyan, ew jî piştî ku Îbrahîm Reîsî wek Serokkomarê Îranê hat hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst