Hewlêr (Rûdaw) – Li parlamentoya Iraqê, Nizar Mihemed Amêdî wek Wezîrê Jîngehê û Bengîn Rêkanî jî wek Wezîrê Avadankirin û Niştecihbûnê hatin pesendkirin.
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ragihand, di rûniştina bi serokatiya Mihemed Helbûsî de 208 parlamenter amade bûn.
Dûberdanî da zanîn ku Parlamentoyê dengê pêbaweriyê daye Wezîrê nû yê Jîngehê Nizar Mihemed Amêdî û Wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê Bengîn Rêkanî.
Bengîn Rêkanî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Nizar Amêdî ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bibûn berbijêr.
Di 27ê Cotmeha 2022an de parlamentoya Iraqê 21 wezaretên di kabîneya bi serokatiya Mihemed Şiya Sudanî de pesend kir û biryar da ku wezaretên jîngeh, avadankirin û niştecihbûnê yên ku para Kurdan in, paşê bên diyarkirin.
Di hikûmeta nû ya ku bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hatî avakirin de, berê Fuad Husên weke Wezîrê Derve û Xalid Şiwanî jî weke Wezîrê Dadê hatibûn qebûlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse