Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo yekalîkirina dosyeya petrol û mûçeyan a li gel Herêma Kurdistanê, ji Hikûmeta Îraqê lijneyeke bilind hat avakirin.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê, biryara svakirina lijneyê piştî ku Lijneya Wezîran gengeşe li ser du pêşniyaznameyan kir hat.
Yek ji wan ji aliyê aliyên Hikûmeta Federal ve û ya din jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşkêşkirin.
Nivîsgeha Sûdanî ragihand, "Pêkanîna lijneyê bi mebesta bicîkirina yasaya budceya giştî ya federal û biryarên Dadgeha Federal e, yên ku taybet in bi pabendiyên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, wekî radestkirina dahatên petrolê û yên nepetrolê yên Herêma Kurdistanê û pirsa mûçeyên fermanberan û bicîkirinê."
Lijneya bilind bi serokatiya Alîkarî Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Plansaziyê Mihemed Temîm pêk tê û ev wezîrên han jî tê de endam in:
- Wezîrê Avakirin û Niştecihkirinê Bengîn Rêkanî
- Wezîrê Dadê Xalid Şivanî
- Wezîrê Tenduristiyê Salih Hesenawî
- Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî Neîm Ebûdî
Di daxuyaniyê de her wiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku erka lijneyê gotûbêjkirina her du pêşniyaznameyan e li gel aliyên pêwendîdar ên li hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Lijne piştre dê raspartinên xwe pêşkêşî Lijneya Wezîran bike daku di demeke kurt de biryara dawî bê dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse