Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Em bi kelecan in ku em hevkariya xwe ya li ser karên pêşîn ên hevbeş bidomînin û li ser destkeftiyên xwe yên aborî ava bikin."
3yê çiriya pêşîn wekî Roja Niştimanî ya Îraqê hatiye diyarkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo roja niştimanî ya Îraqê nameyek ji Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd
Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Îraqê, peyama Trump pîrozbahiya 93yemîn salvegera Roja Niştimanî ya Îraqê bû.
Donald Trump di peyama xwe de tekezî li ser pabendbûna tam a Amerîkayê ya bi hevbeşiya stratejîk a bi Îraqê re û hevkariya hevbeş a di hemû waran de kiriye.
Di nameya Trump a ji bo Letîf Reşîd de wiha hat gotin, "Ev sal bi çendîn destkeftiyên berbiçav tê cuda kirin ku ew jî şiyana xweragiriya Îraqê û serkirdayetiya wê ya geş dibe ya li herêmê ne."
Naveroka nameya Donald Trump a ji bo Letîf Reşîd re:
“Silaveke germ, birêz Serokkomar..
Ez û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kêfxweş in ku bi boneya pîrozkirina 93yemîn Roja Niştimanî ya Îraqê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we, hikûmet û gelê Îraqê dikin.
Ev sal bi çendîn destkeftiyên berbiçav tê cuda kirin ku ew jî şiyana berxwedana Îraqê û serkirdayetiya wê ya geş dibe ya li herêmê ne.
Her wiha mazûvaniya serkeftî ya Lûtkeya Komkara Erebî ya li Bexdayê, şiyana Îraqê ya ji bo bihêzkirina diyalog û hevkariyê ya di navbera welatên cîran de nîşan da.
Serdana Encumena Kar a Amerîkî-Îraqî ya meha Nîsanê, xurtiya hevbeşiyên me yên aborî yên hevbeş ducare piştrast kir.
Dewletên Yekbûyî pabendbûna xwe ya bihêz a bi hevbeşiya stratejîk a bi Îraqê re tîne zimên.
Me bi hev re kar kiriye ji bo bihêzkirina aramiya herêmî, xurtkirina ewlehiya enerjiyê û berdewamkirina zextan ji bo rêlibergirtina ducare derketina DAIŞê.
Em bi kelecan in ku em hevkariya xwe ya li ser karên pêşîn ên hevbeş bidomînin û li ser destkeftiyên xwe yên aborî ava bikin.
Em ji bo we û hemû Îraqiyan hêviya cejneke pîroz û saleke tijî aştî, pêşketin û xweşguzeraniyê dikin.
Bi rêzên me yên mezin,
Serok Donald J. Trump”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse