Hestiyên 155 Kurdan ji gorekê hatin derxistin: Rejîma Beasê ew kuştibûn

19-01-2025
Nîşan Gorên Bikom Kurd Rejîma Beasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Musenayê yê li başûrê Îraqê hestiyên 155 Kurdên ku Rejîma Beasê ew kuştibûn ji goreke bikom hatin derxistin.

Weqfa Şehîdan a Îraqê ragihand ku ev hestî bi piranî yên jin û zarokan in.

Rayedarên weqfê destnîşan kir ku li wê herêmê 7 gorên din ên bikom hatine dîtin û xebatên kolana wan didomin.

Endama Komîteya Şehîd û Qurbanên Enfalê û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Îraqê Çiro Heme Şerîf ji Rûdawê re got ku Weqfa Şehîdan derbarê gorên bikom de heta niha topan ti agahî nedane wan.

Rejîma Beasê ya Sedam Husên sala 1986an dest bi êrişên Enfalê kir.

Rejîma Sedêm di nava du salan de zêdetirî 182 hezar Kurdan kuştin û li Herêma Kurdistanê 4 hezar û 500 gund xeraxopan kirin.

Piraniya qurbaniyan birin girtîgehên li başûrê Îraqê û li wan deran kuştin û di gorên bikom de veşartin.

22yê Kanûna Pêşîn jî bi rêya wêneyên peykê li Tel Şêxayê çend gorên din ên bikom hatibûn dîtin.

Dadgeha Bilind a Îraqê sala 2008an Enfal wekî sûcê li dijî mirovahiyê qebûl kir.

Lê tevî vê biryarê jî birîndar û xizmên kuştiyan heta niha tezmînatên xwe wernegirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst