Bi mûşekan êriş birin ser Balafirxaneya Bexdayê

23-01-2021
RÛDAW
Nîşan Balafirxaneya Bexdayê Binkeya Serbazî Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 4 mûşek arasteyî Balafirxaneya Bexda hatin kirin.

Li gor zanyariyan serê sibeha îro 4 rokêt ber bi Balafirxaneya Bexdayê hatin avêtin û sîstema berevaniya bingeha serbazî ya Viktorya ya Amerîkî, berî ku ew rokêt bikevin, têk birin.

Çend çavkaniyên emnî yên Iraqê ragihandin, mûşek arasteyî bingeha leşkerî ya Amerîkî hatin kirin, heya niha ne zelal e ji ku derê ve hatin avêtin.

Hêzên ewlekariyê dest bi geran û pişkinînan, li derdora balefirxaneya Bexda kiriye. Avêtina van rokêltan dibe yekem êrîşa ser leşkerên Amerîka piştî destbikarbûna Joe Biden weke serokê nû yê Amerîka.

Ev di demekê de ku roja pêncşema bûrî, di du teqînên xwekujî de li meydana Teyeran, 32 kes hatin kuştin û 110 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst