Îran: Kes nikare li ser hêza me ya mûşekî biryarê bide

27-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Mûşek Ceza Reza Telayî Nîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê red kir ku Tehran li ser sîstema xwe ya mûşekî bi Ewropayê re dan û standinan bike û got, “Ewlehî û berjewendiyên me yên niştimanî xetên sor in.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Reza Telayî Nîk di konferanseke rojnamegeriyê de li ser redkirina pêşniyara Rûsya û Çînê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve ragihand:

“Ewlehî û berjewendiyên me yên niştimanî xetên sor in û ti destwerdana derve ya di şiyana parastina welat de nayê qebûlkirin.”

Reza Telayî Nîk dengoyên dan û standina Tehranê ya li ser sînordarkirina şiyana mûşekî ya welatê xwe red kir û anî zimên:

"Em bi ti awayî rê nadin destwerdaneke derve ku li ser hêza me ya mûşekî biryarê bide.”

Axaftina berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê di demekê de ye ku şeva borî Konseya Ewlehiyê pêşnûmayeke Çîn û Rûsyayê red kir ku tê de hatibû xwestin sepandina cezayên li ser Îranê bê taloqkirin da ku şeş mehên din derfet ji bo gotûbêjên zêdetir li ser bernameya etomî ya Îranê çêbibe.

Pêşniyarê dengê pêwîst wernegirt û bi vî awayî ji roja yekşemê ve dê cezayên tund ên welatên Rojava jinûve li ser Îranê bên sepandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst