Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kêmtirî du hefteyan ji aktîvkirina mekanîzmaya "snapback" û sepandina cezayan, Îran li ser helwesta xwe ya derbarê bernameyên xwe yên atom û mûşekan rijd e.
Berpirsekî payebilind ê Parlamentoya Îranê radigihand ku dewlemendkirina uranyumê û şiyana mûşekan "xetên sor" in û ew ê bi ti awayî dev ji wan bernedin.
"Em heta mirinê li pişt van disekinin"
Sekreterê Yekem ê Komîteya Asayîşa Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Bêhnam Seîdî got:
"Du xetên me yên sor hene; dewlemendkirina uranyumê û şiyana mûşekan.
Hemû stûnên sîstemê û hemû gelê Îranê heta mirinê dê li pişt van her du mijaran bisekinin.
Em bi ti awayî ne dev ji dewlemendkirina uranyumê berdidin û ne jî dev ji teknolojiya xwe ya mûşekî berdidin."
Îran dibêje ku bernameya wê ya atomî ji bo mebestên aştiyane ye, lê welatên rojava Tehranê bi hewldana bidestxistina çekên atomî tometbar dikin.
Amerîka û rojava her wiha daxwaza sînordarkirina şiyana mûşekî ya Îranê dikin.
Lê belê Tehran vê yekê red dike û dibêje ku ew dê bipêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî berdewam bike.
"Gavên ji bo bihêzkirina parastinê hatine avêtin"
Serokê Komîteya Asayîşa Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî jî anî ziman ku ji bo bihêzkirina parastinê hewlên wan didomin û got:
"Parlamentoyê ew gav avêtine ku ji bo bihêzkirina şiyana parastinê pêwîst in.
Çend civînên me bi Serokê Saziya Plan û Budceyê re û bi Serokerkan re çêbûne.
Heta niha ji bo bihêzkirina binesaziya parastinê hewlên gelekî baş hatine dayîn."
Piştî aktîvkirina mekanîzmaya "snapback", Amerîka, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya û gelek welatên din ceza li ser Îranê sepandin.
Sektorên enerjiyê yên welat jî bûne armanca cezayên herî tund.
"Dibe ku hinek pirsgirêk derkevin"
Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknejad jî li ser bandora cezayan got:
"Bi aktîvkirina snapbackê, ne biryar e ku sînordarkirinên li ser sektora me ya neftê ji yên berê girantir bin.
Dibe ku hinek pirsgirêkan derxe, lê di demekî guncav de dê tedbîrên pêwîst bên wergirtin."
Berpirsên Îranê venaşêrin ku hêviya wan a ji bo gihîştina rêkeftinekê bi Amerîka û Ewropayê re kêm bûye, lê Tehran peyama ku "deriyê dîplomasiyê hîn vekirî ye" dide cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse