Fayîq Zîdan navên komên ku dê çekan sînordar bikin eşkere kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fayîq Zêden Îraq Komên Çekdar Sînordarkirina Çekan Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan bi rêya Rûdawê navên wan komên çekdar eşkere kirin ku soza sînordarkirina çekan daye dewletê.

Fayîq Zîdan her wiha diyar kir ku pêwendiyên wan ên “erênî” yên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bûne alîkar ji bo çareserkirina gelek mijarên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Bilind a Îraqê Dadwer Fayîq Zîdan îro ji Rûdawê re ragihand:

"Ew komên ku bi awayekî zelal ragihandine ku ew dê li gorî rênîşandanên Merciyeta Bilind a Olî kar bikin û çekan di destê dewletê de sînordar bikin ev in: Esaîb Ehl el-Heq, Ketîbeyên Îmam Elî, Ketîbeyên Seyîduşşuheda û Ketîbeyên Ensarulah Ewfiya."

"Me bi nûnerên wan re gotûbêj kir"

Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan got:

"Nûnertiya siyasî ya wan her çar koman li parlamentoyê heye, loma me bi nûnerên wan ên siyasî yên serketî re ku bûne parlamenter, gotûbêj kir.

Me li ser girîngiya bicihanîna rênîşandanên Merciyeta Olî ya Pîroz a li Necefê ya derbarê pêwîstiya sînordarkirina çekan di destê dewletê de axivî, bi vî awayî ew dibin beşek ji dewletê."

Derbarê heman mijarê de, Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Sadiqûn (baskê siyasî yê Esaîb Ehl el-Heq) Seed Seedî ji Rûdawê re got:

"Mijara sînordarkirina çekan di destê dewletê de vedigere rênîşandanên Merceiyeta Olî, her wiha xurtkirina baweriya bi Heşdî Şebî û hêzên ewlehiyê û pêwîstiya bipêşxistina çekdarkirina wan, li gel piştgiriya proseya siyasî û piştgiriya saziyên dewletê û avakirina wan bi awayekî rast di çarçoveyeke destûrî û yasayî de."

Divê rê li ber her hewldana neyînî ya destwerdana derve di kar û barên Îraqê de were girtin, bi wê merca ku ev biryar (sînordarkirina çekan) biryareke Îraqî be û bi şêwaz û di demeke guncaw de be ji bo pêkanîna serweriya temam a welêt."

Lê belê, çavkaniyeke bilind ji Ketîbeyên Seyîduşşuheda ji Rûdawê re got:

"Mijara radestkirina çekan ne di rojevê de ye û me ti gotûbêj li ser wê nekiriye."

"Pêwendiyên me û Nêçîrvan Barzanî bêhempa ne"

Fayîq Zîdan di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêwendiyên bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got:

"Pêwendiyên me bi Birêz Nêçîrvan Barzanî re bêhempa ne û di nêrîn û dîtinên xwe yên ji bo mijarên niştimanî, dadwerî û yasayî de em hemfikir in.

Ev pêwendiya erênî bûye alîkar ji bo çareserkirina gelek ji wan mijaran."

Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan wiha pê de çû:

"Bi hikmê pêwendiyên me yên şexsî yên bi piraniya siyasetmedaran û hemû pêkhateyên gelê Îraqê re, em beşdarî wan hewldanan bûne ku ew kesayetî didin meşandin ji bo vegerandina tebayiya niştimanî û bipêşxistina prensîba 'Îraq li pêşiya hemûyan e' û 'aidiyeta ji bo Îraqê' berî her aidiyeta din a aliyekî, di vê rêyê de me gavên gelekî baş avêtine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst