‘Divê Heşdî Şebî di bin fermana Îraqê de be, ne ya Îranê’

10-06-2025
Diyar Kurde
Nîşan Amerîka Îraq Îran Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rudawê re got, “Divê Heşdî Şebî di bin fermana Îraqê de be, ne ya Îranê.”

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Wî berpirsî diyar kir ku divê Îraq Heşdî Şebiyê kontrol bike û anî zimên:

"Ji bo bihêzkirina serweriya xwe, pêwîst e hikûmeta Îraqê piştrast be ku fermandehî û kontrola temam a hêzên xwe yên ewlehiyê di destê wê de ye, Heşdî Şebî jî di nav de."

“Em ji Îraqê dixwazin ku van koman bide sekinandin”

Berpirsê Wezaretê nerazîbûna welatê xwe ya derbarê "milîsên nêzîkî Îranê" diyar kir ku di çarçoveya Heşdî Şebiyê de dixebitin û biland:

"Ew milîsên ku kes û komên bi ser wan rêxistinên ku di nav wan de hene û wekî rêxistinên terorîstî yên biyanî hatine nîşankirin, li Îraqê afirandina tundî û karên têkder didomin.

Em bi berdewamî ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku van koman bide sekinandin û wan ji ber binpêkirina yasaya Îraqê bide ber lêpirsînê."

Wî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ti tiştî ji ewlehiya karmendên Amerîkayê girîngtir nabîne û eşkere kir ku Amnerîka "parastina xwe û parastina karmend û berjewendiyên xwe dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst