Li Enbarê qeza: 8 leşker û 5 sivîl mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Enbar Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê di qezayeke zincîrî ya trafîkê de 13 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku 8 ji miriyan komandoyên Liqa 7an in.

Qeza îro li ser rêya sereke ya ku navçeya Felûceyê ya Enbarê û Bexdaya paytext bi hev ve girê dide rû da.

Gelek wesayît li hev qelibîn û agir bi wesayîtan ket.

Şewata ku piştî qezayê derket bû sedem ku karesat mezin bibe.

Berpirsê Ragihandinê yê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Enbarê Mihemed Adil El Qeysî ji Rûdawê re axivî.

Mihemed Adil El Qeysî got, "Di qezayê de mixabin 13 welatiyên me canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi lez rakirin nexweşxaneyê."

Daxuyaniya Wezareta Parastinê

Wezareta Parastinê ya Îraqê derbarê nasnameya kesên mirî daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Operasyonên El Cezîreyê diyar kir ku di qezayê de 8 leşkerên ji Liqa Komandoyan canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:

"Em bi xemgîniyeke mezin radigihînin ku di qezaya trafîkê ya li Enbarê de me 8 komandoyên xwe yên qehreman winda kirin.

Em ji bo leşkerên xwe ji Xwedê rehmetê û ji malbatên wan û gelê Îraqê re sersaxiyê dixwazin."

Her wiha hat diyarkirin ku yekîneyên pêwendîdar derbarê sedema qezayê de lêpirsîneke hûr dimeşînin.

Wesayît bûn xwelî

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku wesayît bûne topa agir û bi temamî şewitîne.

Hat ragihandin ku xeynî leşkeran 5 sivîlan jî canê xwe ji dest daye û rewşa hinek birîndaran giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst