Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd ragihand ku gefa DAIŞê li ser welatê wan nemaye û ew wekî "sifir"ê bi nav kir.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li New Yorkê ji kanala CBS Newsê ya Amerîkayê re axivî.
"Gefa DAIŞê li ser Îraqê sifir e"
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li ser DAIŞê got:
"Niha li Îraqê ti gef nemaye. Ew (çekdarên DAIŞê) li gelek cihan hatine nehiştin lê hîn jî pêwîst e em baldar bin ji bo çavdêrîkirina liv û tevgera DAIŞê, ji ber ku DAIŞ ne tenê li Îraqê ye. Ew hema bêje li her derê ne.
Yek ji erkên me di hatina me ya civînên Neteweyên Yekbûyî de ew e ku em daxwazê ji hikûmetan bikin ku DAIŞiyan vegerînin welatên wan."
Serokkomarê Îraqê derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ragihand ku biryar ne di destê kesekî de ye û li dû çû:
"Ev yek ji hikûmeta Îraqê re hatiye hiştin da ku bi Amerîkayê re bigihîje rêkeftinekê.
Bê ma dê çend ji wan bimînin, çend ji wan dikarin biçin û kengî dê bi temamî Îraqê biterikînin, ev mijar li ser hikûmeta Îraqê be.
Ji ber vê yekê ev yek girêdayî dan û standin an jî gotûbêjên di navbera Amerîka û hikûmeta Îraqê de ye."
Şerê Xezeyê û rola Trump
Letîf Reşîd got ku ew li kêleka civînên Neteweyên Yekbûyî bi kurtî bi Donald Trump re axiviye.
Koşka Spî gotibû ku hevbeşên biyanî bawer dikin ku Trump yekane kes e ku dikare şerê Xezeyê rawestîne.
Letîf Reşîd li ser vê mijarê jî got, "Ez jî hevfikir im. Karesata Xezeyê û doza Filistînê bi salan e berdewam dikin.
Ez bawer im Amerîka niha hêza herî bihêz a cîhanê ye, ez piştrast im ku dikare bandorê li hikûmeta Îsraîlê bike ji bo bidawîkirina vî şerî."
Letîf Reşîd pirsa “Gelo Îraq amade ye welatiyên Xezeyê wergire?" bi vî awayî da:
“Ez bawer nakim ku ti kes penaberên Xezeyê wergire. Çima hûn wan neçar dikin ku axa xwe biterikînin û bibin penaber? Hûn dikarin ti gelî neçar bikin ku welatê xwe biterikîne?
Eger kesek an malbatek bixwaze li cihekî din bijî, belê, em dê kêfxweş bibin ku alîkariya wan bikin lê ne sepandina rewşa penaberiyê ya li ser gelê Filistînê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse